KCDK-E: Divê destûr ji polîtîkayên faşîst ên AKP'ê re neyê dayîn

KCDK-E, ji bo xurtkirina demokrasiyê bang kir, ku pêşî li polîtîkayên faşîst ên AKP'ê were girtin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E)daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, rêveber û wezîrên AKP' a faşîst, li hemberî kampanya 'NA' ya li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê geş dibe, polîtîkayên tehrîkê dimeşînin û dixwazin polîtîkaya nefret û dijberiyê bi hinceta referandûmê bigihîne Ewropayê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li gorî qanûnên navneteweyî û welatên Eworpayê, gotinên faşîst û nîjadperest qedexe ne û hat gotin, "Destûr ji partî û siyasetmedarên vê dikin re nayê dayîn. Di vê çarçoveyê de çalakiyên li Holldan,da, Swîsre û Elmanyayê yên bi beşdariya wezîr û rêveberên AKP'yî hatin betalkirin.

Hikûmet û dewletên Ewropayê heta niha destek dan polîtîkayên AKP'ê, ku piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Ev polîtîka her tim ji aliyê mûxalîf ên Kurdistan û Tirkiyeyê ve hatin rexnekirin û ji bo sererastkirina van polîtîkayên şaş bang hatin kirin. Dewleta Tirk konsolosxane û mizgeft veguherandiye navenda sîxuran, dest li karên navxweyî yên li Ewropayê werdaye û bi rêbazên qirêj dixwaze Kurdan û hemû mûxalîfên li Ewropayê tine bike. Bi vî awayî dixwze polîtîkaya xwe ya sûc bigihîne Ewropayê.

Helwesta welatên Ewropayê, ku destûr nedan wezîr û rêveberên AKP'yî ku polîtîkayên nîjadperestî, înkar û kujer bigihînin Ewropayê, helwest û polîtîkayeke rast e. Em hêvîdar in, ev polîtîka wê piştre ji berjewendî û têkiliyên aborî û siyasî re nebin qurban. Û di berdêla vê de jî Kurd, sazî û mûxalîfan nekin qurban."

KCDK-E da zanîn, helweste girîng û hêja ye ku hikûmet û raya giştî ya Ewropayê, li ber polîtîkayên faşîst ên AKP'ê rabûne û destnîşan kir, ev yek wê bibe moraleke siyasî ji bo hêzên demokrasiyê, ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û pirsgriêka Kurd çareser bibe.

KCDK-E her wiha ragihandin, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo sekinandina alîkariya malî ji bo Tirkiyeyê, gaveke rast e û da zanîn, ew hêvîdar in alîkarî û hevkariya li qadên leşkerî jî tên kirin, werin sekinandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev meylên belavkerî û êrîşkarî yên çeteyên AKP-MHP'ê di rewşa heyî de bûne xeteriyeke mezin ji bo Ewropayê û hat gotin, "Aktîvîteyên mîna sîxuriyê yên bi rêya mizgeft, mele û hin saziyan ve tên meşandin, li pey hev di mehên dawî de eşkere bûn. Bi kurtasî, serdema dayîna biryarekê ye.

Çeteyên faşîst ên AKP-MHP'ê Tirkiye kirine dojeh. Li Rojhilata Navîn polîtîkaya belavkeriyê dimeşînin, zilmê li gelan dikin. Dixwazin bi rêya Tirkiyeyiyên li Ewropayê şovenîzmê mezin bikin û pêşî li çetebûnê vekin. Astengiyên dewletên Ewropayê, ji bo rawestandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, erênî jî be têrê nake. Pêwîste ji aliyê aborî û leşkerî ve hemû têkilî derhal bên birîn.

Weke KCDK-E em bang li gelê xwe, hêzên demokrat, rewşenbîr û mûxalîf dikin, ku çeteyên AKP-MHP ên rûyê wan ê rast derketiye holê teşhîr bikin, ji gelên li Ewropayê re qala vê rewşê bikin û mirovên me yên dengê didin AKP'ê ronî bikin. Ji bo dengê 'NA' di referandûmê de bi ser bikeve, em bi hemû hêza xwe bixebitin."