DAIŞ'ê wê li sûkek sergirtî ya li Elmanyayê êrîş bikira!

Li bajarê Essen ê Elmanyayê, piştî ku sûkek sergirtî hat valakirin, derket holê ku komek selefî dixwest êrîşê bike.

Sûka sergirtî ya li Lîmbecker Platzê duh danê sibehê bi gumanbariya ku êrîşeke terorîstî lê bê kirin hatibû valakirin.

Polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin û di encamê de 2 kesên ji bajarê Oberhaûsenê hatin, binçav kirin. Derket holê ku pêwendiya yek ji van her du kesan bi çeteyên DAIŞ'ê re heye. Hat ragihandin, haya îstîxbarata Elman ji vî kesî hebû û beriya niha hatibû tespîtkirin ku çûye Sûriyeyê.

Hat gotin, kesên hatine girtin kesên fermana êrîşê didin an jî pêk tînin nînin, lê belê ew kes in ku bi armanca êrîşê têkiliyan deynin.

Li gorî nûçeya rojnameya Bîld, çeteyekî DAIŞ'ê yê li Sûriyeyê, gelek terorîstên selefî yên li herêma Rûhr a Elmanyayê wezîfedar kiriye ji bo êrîşê bikin.

Çavkaniyên îstîxbaratê agahî dan medya Elman û diyar kirin, plana êrîşekê li Essenê, cara yekemîn bi rengekî ewçend vekirî, bi mesajê hatiye şandin.

Hat ragihandin, kesên duh hatine girtin, li ser planên êrîşa gengaz a li sûkeke Essenê, tên lêpirsîn.