Helwesta 'NA' li Ewropayê deng vedide
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bi ser bikeve, li Ewropayê karekî berfireh tê meşandin.
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bi ser bikeve, li Ewropayê karekî berfireh tê meşandin.
Ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dengê 'NA' bi ser bikeve, li Ewropayê karekî berfireh tê meşandin.
MARSÎLYA: Bi sedan Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan, di çarçoveya xebatên platforma 'NA' de meşiyan û mîtîngek lidar xistin. Girseya gel dowîzên bi nivîsa "Na" û "Em ê rê nedin faşîzmê" yên bi gelek zimanan hildan û ji meydana Canebîerê heta meydana Vîeûx-Portê meşiya. Li vê meydanê jî mîtîngek lidar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û got, "Me di hilbijartinên bihurî de gelê xwe yê hêja yê li Marsîlyayê dît. Keda we gelek bû, ji ber vê yekê em bi we serbilind in. Divê em êdî bêhtir bixebitin. Bi yekîtiyê em dikarin pêşî li faşîzm û dîktatoriyê bigirin." Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" qediya.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî, Platforma 'NA' ya Eyaleta Nîedersachsenê mîtîngek lidar xist. Mîtîng li Gosîrîedeplatzê dest pê kir û tevî Kurdistanî û Tirkiyeyiyan, nûnerên MLPD û koma antî faşîst a Elman jî tevlî bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê, li ser navê Platforma NA ya Nîedersachsenê Xebat Sîverek axivî. Ji AABF jî Ozgur Oz, berdevkê Kongreya Îslama Demokratîk, Şaredarê berê yê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû û nûnerên ATÎF, HDK-E peyivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku hilweşandina dîktatoriya şexsekî ya li Tirkiyeyê, bi xebatên 'NA' û têkoşîneke hevpar a azadiyê dibe. Mîtîng bi stranên Koma Volkana Şoreşê û gerandina govendê qediya.
HAMBÛRG: Mîtînga li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Bi hezaran kesên li stasyona navendî ya Hambûrgê li hev civiyan, di destpêkê de meşiyan. Piştre belavoka li ser navê Hewldana Na ya Bakurê Elmanyayê hat amadekirin, di mîtînga piştî meşê de hat xwendin.
MANNHEÎM: Platforma 'NA' ya bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, kon veda û belavokên bi 3 zimanan belav kir.