Gerîla û şervanên li Şengalê jiyana xwe ji dest da hatin bibîranîn

Gerîla û Şervanên ku di êrîş çeteyên girêdayî PDK’ê de li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn, li Parîsê hatin bibîranîn.

Gerîlayan HPG’ê û şervanên YBŞ’ê yên ku di encama êrîşa koma çeteyên bi ser PDK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, li berbajarê Drance yê Parîsê hatin bibîranîn. Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dranceyê hate lidarxistin de, di kesayeta şehîdên Şengalê de rêz ji bo hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiyê hate girtin.

Di bîranînê de li ser navê Komîteya Malbatên ŞEhîdanXeyrî Ûlûdag axivî û diyar kir ku êrîşa PDK’ê ne ‘birakujî’ weke îxanet bi nav kir û got: “Li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. PDK bûye çeka wê. Barzanî bi xwe gotibû; ‘Divê di nava Kurdan de şer neyê kirin’. Lê mixabin dîsa wan bi xwe dan destpêkirin. Her cihê ku gelê Kurd lê heber PKK li wir heye. Li Şengalê pêşî li qirkirina civaka Êzidî girtin. Ev erka pîroz girtin ser milê xwe. Wê mayîna wan a li wir dewam bike.

MALBAT: EM BI RÛMET Û SERBILINDIN

 Li ser navê Malbata gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sînan) jî Mûrat Yildirim axivî û bi kurtî jiyan û têkoşîna Guvercin vegot. Yildirim diyar kir ku her demê girêdaya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tanî ziman û seknekî wî ya têkoşer hebû. Yildirimwiha got: “Em bi şehadeta wî serbilind û bi rûmet in. Sekna Çekdar û Orhan sembola Bêrîtanan bû, li pey wan in. Li pêşiya tankan bedena xwe kirine mertal. Em sekin rûmeta me ye.”

BOTAN: XIYANETÊ BAŞ BINASIN!

Li ser navê CDK-F’ê Şiyar Botan jî axivî , bal kişand ser armanca êrîşa li Şengalê û ev nirxandin kir:

“Gerîla Çekdar û Orhan ji bo parastina Şengalê li wir bûn. Dema ku tanka ala PDK’ê li ser bû dikarî xwe bi awayekî din biparêzin. Çekên wan hebûn. Lê ji bo şer dernekeve, bedenên xwe kirin mertal. Li pêşberî vê jî dîsa xeta îxanetê rûyê xwe nîşan da. Hevalên me şehîd kirin. Divê hemû gelê Kurdistanê rûyê îxanetê baş binase, mehkûm bike. Kengê Barzanî behsa serbixwebûna Kurdistanê bike li pey êrîşên bi vî rengî pêk tên. Tevgera Azadiya Kurdistanê,li kû dera ku Kurdistan kire parçe li wir rabû, bi rûmet têkoşîna xwe kir. Çawa ku duh bi eşîrtiyê re, bazarkirinê re, dewletbûnê re.. şer kir îro jî têkoşîna xwe didomîne. Yekîtiya Kurdan temsîl dike. Şehîdên Şengalê rûmeta têkoşîna îro ne. Gerîlayên HPG’ê û şervanên YBŞ’ê semboal berxwedanê ya li dijî xeta îxanetê ya li Kurdistanê ne.”

Di aktivîteyê de nameya Guvercîn a ku ji bo malbata xwe şandin û helbesta Kurdî ya ku ap Guvercîn li ser Şehîdên Şengalê amadekirî xwend. Sînevîzyonekî ku têkoşîn û jiyana Çekdar tîne ziman hate nîşandan. Bîranîn bi dirûşmên mîna “Bijî Şehîdên Şengalê, Bimre Îxanet”, “Bijî Berxwedna Şengalê” û “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.

Li Şegalê di 3’yê Adarê de di encama êrîşa wesayîtên zirxî ya koma çeteyên bi ser PDK’ê ve gerîlayê HPG’ê Newroz Guvercîn (Çekdar Sînan) û Îbrahîm Huso (Orhan Baran) jiyana xwe ji dest dabûn.