Dadgeha Swîsre, şexse ku ANF’ê reş kir mehkûm kir
Doza ku li ser nûçegihanê ajansa me ya Swîsrê Serkan Demîrel hatibû vekirin ket, kesê bi navê C.D ku nûçegihanê me û ajansa me reş dikir cezayê girtîgehê xwar.
Doza ku li ser nûçegihanê ajansa me ya Swîsrê Serkan Demîrel hatibû vekirin ket, kesê bi navê C.D ku nûçegihanê me û ajansa me reş dikir cezayê girtîgehê xwar.
Doza ku li ser nûçegihanê ajansa me ya Swîsrê Serkan Demîrel ket, kesê bi navê C.D ku nûçegihanê me û ajansa me reş dikir cezayê girtîgehê xwar. Temûza 2015’an C.D bi îdîaya ku alîkarî daye YPJ-YPG’ê roportajek dabû Demîrel, piştî ku ajansa me û nûçegihanê me nûçe neweşand li nûçegihanê me Demîrel geriyabû, bi mesajan gef lê xwaribû û heqeret lê kiribû.
C.D tenê qîma xwe bi gef û sixêfan neanîbû, bi bêbextiya ku Demîrel li ser navê PKK’ê gefa kuştinê lê xwariye serî li dadgehê dabû. Di nav çarçoweya lêpirsîna Dozgeriya Bernê de 20 roj cezayê hepsê dabûne Demîrel. Demîrel li dijî biryara dozger îtîraz kiribû û mijar biribû dadgehê.
Rûniştina pêşî ya doza têkildarî ajansa me û nûçegihanê me ku bi li ser îdîayeke derewan pêk hatibû, li Bîenne ya Swîsre hate dîtin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê ya Jura bernoîs-Seeland pêk hat û di rûniştinê de Demîrel û C.D amade bûn.
XWEST KU NIRXÊN GEL BI KAR BÎNE
Demîrel diyar kir ku C.D bi derewa ‘’min alîkarî da YPJ-YPG’ê xwestiye ku nirxên Kurdan bi kar bîne û vê di ANF’ê de bike nûçe, piştî ku rayedarên ajansê ev nûçe ne weşandine, C.D ketiye nav hewldana reşkirina ANF’ê.
Demîrel diyar kir ku piştî nûçe nehatiye weşandin mesajên dijûnan ên ku C.D şandine di dosyayê de amade ne û got, rêxistina çekdar PKK ya di behsê de li Swîsre ne rêxistineke ‘terorîst’ e û got PKK îro girîngtirîn hêz e ku li dijî DAIŞ’ê ya ku bûye bela serê dinyayê şer dike.
BIRYAR
Dadgehê biryar da ku doza li ser Demîrel were betalkirin û cezayê hepsê yê 10 rojan da kesê bi navê C.D ku bi derewan ANF û Demîrel reş dikir.
Dadgehê ji ber sedema biryara şaş a ku berê dayî biryar da ku lêçûnên parêzerên Demîrel ji hêla Kantona Bernê ve were dayin.