NÛ BÛ

PADÊ: Bi xwerêveberî û xweparastinê pêşî li komkujiyan tê girtin

PADÊ şehîdên serhildana Qamişloyê bibîr anî û destnîşan kir, ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê nîşan didin, ku her komkujî wê ji niha û pê ve bibe sedema berxwedanê.

Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), bi wesîleya 13. salvegera serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariya rejîma Baas rûyê xwe yê bi xwîn di sala 2004'an de li Qamişloyê bi komkujiyê nîşan da û hat gotin, "Ji wê rojê û pê ve gelê Qamişloyê serî netewand û her li ber xwe da.

'BERIYA HER KESÎ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ XWE GIHAND HAWARA ÊZIDIYAN'

PADÊ diyar kir, berxwedana gelên Bakurê Sûriyeyê bi taybetî ya gelê Qamişloyê îro bi şoreşa gelan tacîdar bûye û got, "Ev yek moral û coşeke mezin dide gelê Şengalê û hemû gelên azadîxwaz. Di nav zorî û zehmetiyên mezin de, ji Rojavayê Kurdistanê alikariyên bi wate gihaştin gelê Şengalê. Beriya her kesî Rojavayê Kurdistanê xwe gihand hawara Êzîdiyên ku ferman lê rabûn. Em ê ti carî vê ji bîr nekin."

'HER KOMKUJÎ WÊ SEDEMA BERXWEDANÊ BE'

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşa 3'ê Adara 2017'an a li Sinûnê û Xanesorê ya Şengalê û hat gotin, "Bêbextiya li Qamişloyê kirin, xwestin li vir jî bikin. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn. Beguman, ji niha û pê ve her komkujiya ji aliyê dagirkeran ve bê kirin, wê bibe sedema berxwedanê. Destketiyên Rojavayê Kurdistanê û yên Şengalê ev yek destnîşan kiriye."

PADÊ da xuyakirin ku kiryarên bi vî rengî çarenûsa gelan nîne û wiha dewam kir: "Em dikarin pêşî li van kiryarên hovane û dij mirovî bigirin. Yekane çareya vê jî, xwerêvebirin û xweparastin e. Gel bi vî rengî dikare pêşî li jiyana demokratîk vekin û serbest bijîn."

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

PADÊ bang li hêzên navneteweyî kir, ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin, rê nedin van komkujiyan, yekser an jî neyekser, piştgiriyê nedin hikûmetên xwînxwar û çekên xwe nedin destê hikûmet û partiyên ku li hemberî gelan bi kar tînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bi bîr û baweriya aştî û aramî bê welêt, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn.