KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Êlihê ciwanan bend danîn pêşiya dagirkeran
Li Êlihê MAK'ê li gel meclîsên ciwanan ên herêmî li taxan bend danîn û bi kevir, fîşekên hewayî û teqemeniyên bi destçêkirî bersiv dan êrîşên dagirkeran. -
Gelê Qoserê desteserkirina vînê protesto kir
Li Taxa Biriket a Qoserê gel bi sirûda “Herne Pêş” desteserkirina vînê protesto kir. -
Der barê êşkenceya polîsan a li Êlihê de gilî hat kirin
Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Têkoşîna bi Êşkenceyê re ya Baroya Amedê, derbarê polîsên li Êlihê de ku êrîşî gel kirin gilîya sûc kir. -
Li Êlihê polîsan êrîş kir, gel li ber xwe dide
Li ber Şaredariya Êlihê, gel li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan rojnamevan bûn. -
Hevserokên giştî banga têkoşîna bênavber kirin
Tulay Hatîmogullari li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û got, “Em ji bo têkoşîna bê navber amade ne. Tûncer Bakirhan jî got, “Tecrîda xirabiya herî mezin a li welêt hatî kirin e.” -
Li Xelfetiyê berxwedana gel dewam dike
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan di roja duyemîn de dewam dike. -
Ji milîsên jin çalakiya bi molotofan
Milîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li Qoserê 4'ê Mijdarê saet di 17:00 de li hemberî wesayiteke bi tîpa TOMA ya polîsan bi molotfan çalakî kirin. -
Serokê berê yê Baroya Bedlîsê Fûat Ozgul hate binçavkirin
Serokê berê yê Baroya Bedlîsê Fûat Ozgul li mala xwe hate binçavkirin û biryara nepenîtiyê li ser lêpirsînê hate danîn. -
Li Êlihê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan dewam dike
Li Êlihê ji gelek baskan ve bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Êlihê' û 'Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin' ber bi şaredariyê ve meş hate lidarxistin. -
'Rêber Apo û PKK sextekariyên dewleta Tirk dizanin'
Derbarê hewla sexte ya dewleta Tirk a bi navê pêvajoya aştiyê nivîskar Adil Osman dibêje: “Dewleta Tirk li qadên şer têk çûye, hewla siyaseta sextekariyê dide. Bangewaziya aştiyê dike lê mesele ne aştî ye, şêweyekî din ê şerê taybet e.” -
Berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm mezin dibe. Di roja duyemîn de xelkê Xelfetiyê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû. -
Ji ber strana Kurdî ceza li mamosteyê muzîkê hate birîn
Ji ber strana Kurdî salek û 15 roj cezayê hepsê li perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesîm Başboga hate birîn. -
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Demhat, Sema, Nalîn, Elîşêr û Serhildan bi berxwedana destanî ya li hemberî dijmin raber kirîn, di dîroka têkoşîna me de cihê xwe girtin." -
Li Êlihê berxwedan qet nesekinî
Berxwedana ciwanên Êlihê ku desteserkirina Şaredariya Êlihê protesto dikin, tevahiya şevê berdewam kir. -
Ciwanên Êlihê di berxwedanê de ne
Ciwanên Êlihê li gelek taxan daketin qadan û ligel astengiyên polîsên Tirk jî desteserkirina vînê protesto kirin. -
Li Mêrdîn û Êlihê protestoyên li dijî desteserkirinê didomin
Li Mêrdîn û Êlihê çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên gel didomin. -
Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, berxwedana gel a li dijî desteserkirinê silav kir û got: “Heta ku hûn xwedî li vîna xwe derkevin wê qeyûm ti carê li Kurdistanê bi ser nekeve.” -
Xelfetî li dijî desteserkirinê li ber xwe dide
Li Xelfetiyê ciwanan ber bi Şaredariya Xelfetiyê ve meşiyan. Di navbera ciwan û polîsan de gengeşe derket û ciwanan agirê berxwedanê li kolanan pêxistin. -
Berxwedana gel a li Êlihê dewam dike
Xelkê Êlihê li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê li ber xwe dide. Polîsan êrîşî gel kirin. -
Gelê Amedê li ser piyan e: Yekane çare berxwedan e!
Li Amedê bi hezaran kes desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê protesto kirin. Di çalakiyê de peyama, “Yekane çare berxwedan e” hat dayîn. -
Li bajarên Serhedê xespa li dijî îradeyê hate protestokirin
Xespkirina 3 şaredariyên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, li bajarên Serhedê hate protestokirin. -
KCK: Gelê me divê xwedî li rûmet, azadî û îradeya xwe derkeve!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê da û got, "Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li rûmet, azadî û îradeya xwe derkevin. Heta ku ev xesp radibe, divê gelê me çalakiyên xwe bidomîne." -
MAK: Li her derê dakevin qadan, bersiva pêwîst bidin!
MAK'ê li dijî desteserkirina şaredariyan bang kir û got, "Li çar aliyên Tirkiyeyê divê dakevin qadan û bersiva pêwîst ji dewleta Tirk a mêtinger re bê dayin. Her çalakiya bê kirin, her hedef rewa ye." -
Ciwanên Ereb ên Şengalê ji azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Ereb yên li Şengalê di çarçoveya hevdîtina li gel Rêber Apo ya 23’yê Cotmehê de meşek li dar xistin, bersiva silavên Rêber Apo dan û gotin: ‘’ Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dabîn bikin.’’ -
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em hemû kolanan bikin qada çalakiyê!
Înîsiyatîfa Gel a kurdistanê li dijî desteserkirina şaredariyan bang kir û got, "Yên ku me nas nakin, em jî wan nas nakin. Em xwedî li îradeya xwe derkevin, hemû qad û kolanan bikin qadên çalakiyan."