BI DÎMEN

Sirri Sureyya Onder li Strasbourgê hat bibîranîn

Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, li Strasbourgê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê (DKTM), Federasyona Komeleyên Karkerên Demokratîk (DÎDF) û Alinterî ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder, li DKTM-Strasbourgê merasîma bîranînê li dar xistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistan, Tirkiye û cîhanê destpê kir. Di axaftinên bîranînê de soz dan ku ew ê têkoşîna Onder a ji bo aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin.

Nûnerê DÎDF'ê Îbrahîm Balci, Onder mîna derwêş û aqilmendên Anatoliya û Mezopotamyayê bi nav kir û got, “Sirri Sureyya yek ji aqilmendên vê serdemê bû, divê em vê yekê qebûl bikin. Sirri Sureyya Onder mîna derwêşekî jiya. Her çiqasî ew ji siyasetê bigire heya hunerê dihat nasîn û berhemdar bû jî, qet eleqeya wî bi milk, dewlemendî yan pereyan re tune bû."

Nûçegihana Rojnameya Alinteriyê Aynur Eke bi bîr xist ku dema Onder li nexweşnaeyê bû ji her beşên civakê çûn serdana wî û got, "Ew wijdanê hevpar û dengê hevpar ê karker, kedkar û gelên aştîxwaz bû.”

Siyasetmedar Cûma Tak jî li ser kesayeta têkoşer û helwesta wî ya enternasyonalîst a Têkoşîna Azadiya Kurd rawestiya û got, "Hevalê me Sirri Sureyya, şehîdê me yê aştî û demokrasiyê ye. Ew, wekî sentezek berxwedananê û nûnerê têkoşîna kedê, jin û gelên bindest e. Têkoşîna Onder ber bi serketinê ve diçe. PKK ji bo têkoşîna aştî û demokrasiyê ya Onder gavek avêtiye û ev gav ji bo gel û cîhana kedê serdemeke nû vekiriye. Hevalê Sirri Sureyya mafê wî hebû ku vê yekê bibîne, lê ew êdî ne li nav me ye. Ew şehîdê cîhana kedê û gel e.”

Cûma Tak bal kişand ser helwesta dîrokî ya dewleta Tirk a li hember enternasyonalîstan û bi bîr xist ku Hakî Karer li Dîlokê ji aliyê koma sîxur a bi navê Sterka Sor ve hedef hat girtin. Li ser pirsa” Çima Hakî Karer?” bersiva ku ew zarokê gelê Tirk û enternasyonalîstekî ku piştgirıya doza Kurd dikir, da. Cûma Tak wiha domand: “Ger bi sed hezaran kes di merasîma cenaze de dimeşin, ev nîşan dide ku hêviyên gel û neteweyên me çi ne. Erka me ew e ku divê em vê meşa ku ji hêla lêgerînerên heqîqetê ve hatiye destpêkirin bigihînin encamê û serketinê.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" û "Şehîdên şoreşê nemirin" bi dawî bû.