Li Êlihê polîsan êrîş kir, gel li ber xwe dide

Li ber Şaredariya Êlihê, gel li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dide. Gelek kes hatin binçavkirin ku 2 ji wan rojnamevan bûn.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛM

Polîsan êrîşî girseya li pêşiya Şaredariya Êlihê kir ku tayînkirina qeyûman protesto dikir. Polîsan ji ewil bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir û li ser vê yekê bûyer derketin. Girseyê li hinek deveran berîqet danîn û li dijî polîsan dest bi berxwedanê kirin. Bûyer, li kolanên bajar belav bû.

Nûçegihana JINNEWS’ê Pelşîn Çetînkaya ku di dema êrîşa polîsan de nûçe dişopand, hate derbkirin û binçavkirin. Di dema binçavkirinê de polîsan Çetînkaya li erdê kaş kirin. Di heman demê de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akuren jî hate binçavkirin.