Bakirhan: Qeyûm wê ti carî li Kurdistanê bi ser nekeve

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, berxwedana gel a li dijî desteserkirinê silav kir û got: “Heta ku hûn xwedî li vîna xwe derkevin wê qeyûm ti carê li Kurdistanê bi ser nekeve.”

Çalakiyên li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dewam dikin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullar û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel hatin Mêrdînê.

Li vir Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivîn.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û berxwedana gel silav kir. Bakirhan destnîşan kir ku gelê Kurd dest ji berxwedana xwe bernede û got: “Ew li aliyekî ve bendewariya çareseriyê çêkirin, gotin, ‘pêvajoyeke nû û asayîbûn’ lê qirkirina siyasî ku beriya 8 salan di 4’ê Mijdarê de kirin, dubare kirin. Ew derewker in, durû ne. Ew derewker, înkarker ku Kurd û gelên Tirkiyeyê red dikin dibêjin qey Kurd wê serî li hember qeyûman bitewînin. Bila baş bizanibin ku Seyîd Riza çi kir, Şêx Seîd çi kir, Mazlûm, Denîz û Sakîneyan çi kirin, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî wê heman tiştê bikin.”

‘POLÎTÎKAYÊN WE YÊN QEYÛM Û ÎNKARÊ TÊK ÇÛ’

Bakirhan diyar kir ku ew ê rê nedin polîtîkayên qeyûmê û bal kişand ser têkoşîna hevpar ya li dijî qeyûmê û wiha got: “Ne qeyûmên wan, ne polîtîkayên wan ên zilmê, ne jî derewên wan wê nikaribe çok li me bide tewandin. Bê şerm in! Ev sê serdem in qeyûm tayîn dikin. Nexwe polîtîkayên we yên qeyûmê negihişt serî, di hilbijartinê de polîtîkayên we yên qeyûmê têk çû, polîtîkayên we yên înkarê têk çû. Niha hûn ê hewl didin van deran ku we di hilbijartinan de winda kir, bi sextekarî û bi biryarên darazê yên derewîn desteser bikin. Em soz didin em ê rê nedin vê zîhniyetê qeyûmê ku vîna we tine dihesibîne. Em ê bi kedkar, xîzan û bindestan re vê zîhniyeta qeyûmê bişînin. Heta ku hûn bi me re bin û li vir xwedî li vîna xwe derkevin, ne talan, ne derew, ne jî qeyûm wê li xaka Kurdistanê bi ser nekeve.”

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Bakirhan soza mezinkirina têkoşînê dubare kir û anî ziman ku ew ê heta pêkanîna edaletê li ber xwe bidin. Bakirhan, wiha berdewam kir: “Em banga xwe ya ji Mêrdînê nû dikin: Dev ji vê pergala qeyûmê berdin, ev pergala qeyûm bi kêrî kesî nayê, ev pergala qeyûm îflas kir. Dev ji vê zîhniyeta derewîn, talan û qeyûmê berdin û bila hevserokên me vî bajarî bi rê ve bibin. Em ê nesekinin, em ê şer bikin. Em ê li ber xwe bidin, em soz didin ku em ê bi hev re têbikoşin heta ku aştî û edalet were ser wan xakan û gelê me bi nasnameya xwe bibe welatiyên wekhev."

‘YEKANE ÇARESERÎ AZADIYA BIRÊZ OCALAN E’

Piştre Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku hikûmet bi êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan hewl dide rê li ber xwe veke û destnîşan kir ku yekane çareserî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de ye. Ûçar anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê têk çû û got: "Ya ku bi ser ket gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bû. Ji ber vê yekê êrîş dikin. Ji siyaseta qeyûm tiştek bi dest nexistine û wê ti tiştî bi dest nexin. Nobeta me wê li Êlih, Mêrdîn, Xelfetî û Esenyurtê bidome. Me bi hev re ji bo demokrasî, azadî û siberojeke ronî têkoşiya û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Nirxên vî welatî ne nirxên ku dê teslîmî ti kesî bibe ye. Em ê li vir bin. Yekane rê azadiya Birêz Abdullah Ocalan e ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. "

Piştre, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî û diyar kir ku vîna gel bi darbeya qeyûman hatiye desteserkirin û hikûmeta AKP-MHP’ê vîna gel nas nake. Beştaş got, "Gel we nexwest. Gel dengê xwe neda we. Namzetên DEM'ê ji sedî 57'ê dengan hatin hilbijartin. Em qeyûmê we yê ku bi derbeyê derbeyek derqanûnî pêk anî, nas nakin û qebûl nakin. Xelkê we nexwest, qeyûm tenê dikare li avahiya şaredariyê rûne û nikare we li derve temsîl bike. Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê."

Daxuyanî bi dirûşmên "Qeyûm bicehime" bi dawî bû.