Berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm mezin dibe. Di roja duyemîn de xelkê Xelfetiyê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû.
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm mezin dibe. Di roja duyemîn de xelkê Xelfetiyê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû.
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku qeyûm lê hate danîn, berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja duyemîn de mezin bû û dewam dike.
Xelkê Xelfetiyê danê sibehê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû ku ji aliyê polîsên AKP-MHP'ê ve hatiye dorpêçkirin û berxwedana xwe dewam dike.
Bi gelê Xelfetiyê re parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Ûçar, Ayten Kordû, Ferît Şenyaşar, Mîthat Sancar û Dîlan Kûnt Ayan, li gel Hevşaredarên hilbijartî yên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan jî li ber şaredariyê kom bûn.
Girseya gel li vê derê dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bijî berxwedana Xelfetiyê" diqîre.
Gel diyar dike ku heta encamê bi dest bixe wê berxwedana xwe dewam bike.