Ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi Tîpa Bîrê di greva birçîbûnê de ne, greva birçîbûnê ya sê rojan a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li avahiya bajêr a Stenbolê ya ESP'ê dewam dike.
ESP'yiyên di greva birçîbûnê de ne ji ANF'ê re axivîn û anîn ziman ku girtîgehên bi Tîpa Bîrê ne tenê ji bo beşeke civakê, ji bo hemû beşên civakê pirsgirêk e û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.
Serpîl Topal a ESP'yî ku ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya sê hevrêyên xwe yên di greva birçîbûnê de ne ketiye greva birçîbûnê, diyar kir ku kiryarên li girtîgehan nîşaneya wê hewldanê ye ku li civakê tê ferzkirin.
Serpîl Topal ragihand ku zext, êrîş û qedexeyên bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve têne kirin bandorê li tevahiya civakê dike û got, faşîzm ji bo desthilatdarî û hegemonya xwe dewam bike destpêkê hewl dide ıradeya sosyalîst û şoreşgeran teslîm bigire, ji bo vê jî girtîgehê bi kar tîne.
Serpîl Topal anî ziman ku desthilatdariyê hewl da bi girtîgehên bi Tîpa F vê yekê pêk bîne, piştî ku bi ser neket vê carê jî girtîgehên bi Tîpa Bîrê ava kir.
Endamê Meclîsa Partiyê ya ESP'ê û Rêveberê Bajarê Stenbolê Kerem Bukre ku di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku ti cudahiya girtîgehên bi Tîpa Y ji bîrekê nîne û got, "Bifikirin, rojê tenê hûn saetekê li derve hewayê distînin. Ev mafê we yê saetekê jî dema baran bibare yan jî sar be, tê desteserkirin. Hûn nikarin rojê jî bibînin, bi sê hesinên cam ên li pişt hev girtî ye. Dema ku xwarin tê dayin hûn nikarin gardiyan jî bibînin. Hûn bi dengê ji we re tê gotin diçin cihê hewastandinê. Yanî di nava şert û mercên îzolekirî de têne ragirtin. Eger hûn demeke dirêj li wir bimînin, piştî ku derkevin derve jî hûn ê bi pirsgirêkên derûnî re rû bi rû bimînin. Her wiha hûn ê pirsgirêkên tenduristiyê bibînin."
Kerem Bukre bal kişand ser sekn û berxwedana li hemberî van kiryaran û got, "Ya ku ji bîr dikin ew e ku kevneşopiya girtîgehan a Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê xurt e. Dema ku mirov bala xwe didin berxwedana ji sala 1980'î û vir ve gelek destketî hatin bidestxistin. Lewma heta roja îro nekarîn teslîm bigirin, ji niha û pê ve jî wê nikaribin teslîm bigirin."
Kerem Bukre banga xurtkirina berxwedanê kir û got, "Divê em vî barî tenê ji şoreşgeran re nehêlin. Her kes dikare li girtîgehên bi Tîpa Bîrê bêne bicihkirin û eger em nikaribin têkiliya di navbera berxwedana li hundir û li derve danîne, êrîş wê dewam bikin. Îro me şoreşgeran dixin nava bîrê, sibe wê mirovên normal têxin bîrê."
Enes Gulelî yê ji SGDF'ê yê di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo şikandina îradeya şoreşgeran ji aliyê rejîma faşîst ve tê bikaranîn û destnîşan kir ku li hemberî vê êrîşê divê ew bibin yek.