Ji milîsên jin çalakiya bi molotofan
Milîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li Qoserê 4'ê Mijdarê saet di 17:00 de li hemberî wesayiteke bi tîpa TOMA ya polîsan bi molotfan çalakî kirin.
Milîsên Jin ên Agir û Rojê ragihandin ku li Qoserê 4'ê Mijdarê saet di 17:00 de li hemberî wesayiteke bi tîpa TOMA ya polîsan bi molotfan çalakî kirin.
Milîsên Jin ên Agir û Rojê diyar kirin ku li navçeya Qoser a Mêrdînê li hemberî wesayita TOMA çalakiyeke bi molotofan kirin. Li gorî daxuyaniyê, çalakî li hemberî desteserkirina şaredariyan hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di encama çalakiyê de wesayit hatiye têkbirin.