BI DÎMEN

Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd bû, wê ji bo wê bibe diyariya herî mezin a Roja Dayikan û got, "Ez dixwazim aştiyê û gora kurê xwe bibînim."

SÎDAR TÛTMAZ

Dayikên ku li Kurdistanê daxwaza aştî û azadiyê dikin, weke her salê îsal jî wê di roja dayikan de van daxwazan bînin ziman. Malbatên aştiyê û girtiyan ku di hevdîtinên aştiyê de ji dewletê dixwazin tavilê gavê biavêje, îsal jî ji bo hîn bêhtir mirov nemirin û ji bo girtîgeh bêne valakirin wê li qadan bin. Dayikên kku li gel êşên giran li ber xwe didin û berxwedanê weke çandekê ji zarokên xwe re dihêlin, pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin. Sîdar Tûtmaz 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digire. Di her rojeke taybet de dixwaze li ser gora kurê xwe dua bike, lê ev daxwaza wê bi salan e bi cih nehatiye anîn. Sîdar Tûtmaz di nava vê pêvajoyê de sê caran mînaka ji xwînê da, lê nekarî encamê bi dest bixe.

Sîdar Tûtmaz bi eslê xwe li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Kurê wê Seyfettîn Tûtmaz di salên 1980'î de tevlî nava refên PKK'ê bû. Piştî çûyîna kurê wê, cerdevnana li gund dest bi zext û zordariyê kirin, lewma neçar ma ku bar bike navenda Amedê. Sîdar Tûtmaz nekarî careke din biçe mala xwe ya li gund û neçar ma ku zarokên xwe li navenda bajêr mezin bike. Di nava vê demê de kurê wê Seyfettîn Tûtmaz sala 1990'î li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da. Sîdar Tûtmaz ji televîzyonê hîn bû ku kurê wê jiyana xwe ji dest daye. Ne karîbû cenazeyê kurê xwe, ne jî alavekî kurê xwe werbigire.

GORA HEM KURÊ XWE HEM JÎ NEVIYÊ XWE DIXWAZE

Sîdar Tûtmaz ji bo gora kurê xwe bibîne, yan jî hestiyekî wî bibîne bi salan e têdikoşe. Yekane daxwaza xwe ew e ku beriya bimire li ser gora kurê xwe dua bike. Li gel kurê wê her wiha Çileya derbasbûyî li Zapê di şer de neviyê wê Sîpan Tûtmaz (Rûgeş Zinar) jiyana xwe ji dest da. Sîdar Tûtmaz anî ziman ku têkildarî neviyê xwe jî nekarî agahiyekê bi dest bixe û nekarîne xwe bigihînin cenazeyê wî.

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku roja bihîst kurê wê jiyana xwe ji dest da polîs hatin mala wê, ew jî di nav de êşkence li gelek kesan kir û got, "Piştî ku me bûyer bihîst, polîsan yekser dor li mala me girtin, hatin li kurê me pirsîn. Wê rojê ne tenê ez êşkence li her kesên li malê kirin. Ji me re gotin, 'Hûn Seyfettîn ji ku tînin bînin'. Qîrîna kurê min a wê rojê hîn di guhê min de ne."

Sîdar Tûtmaz ku 34 sal in nikare cenazeyê kurê xwe û cenazeyê neviyê xwe werbigire, bi nêzîkbûna Roja Dayikan re careke din bang li rayedaran kir: 'Weke dayikekê parçeyek ji hestî jî be ez daxwaza hestiyên kurê xwe dikim. Tenê zanibim bê li kur razaye'.

'LI GEL MÎNAKÊN XWÎNÊ JÎ ME HÎN AGAHÎ WERNEGIRTINE'

Tûtaz qala salên derbasbûyî kir: "Piştî wê rojê ji xwe me nekarî agahiyê ji kurê min werbigirin. Em çûn me pirsîn, lê bi salan kesî bersiv nedan me. Herî dawî bi vî halê xwe di sala 2017'an de çûm Bedlîsê. Dema ku dozger çav li min ket got, 'Tu çima hatiye?' Min jî jê re got, 'Kurê min bibînin'. Wî jî ji min re got, 'Xwînê bide, piştî meheke din were kurê xwe bibe'. Lê belê sal di ser wê sozê re derbas bûn, hîn jî agahî nîne. Bi malbatî me sê caran mînaka xwînê dan, lê hîn jî em nizanin bê cenaze li ku ye."

Tûtmaz diyar kir ku yekane daxwaza wan dîtina gora kurê wan e û got, "Yekane daxwaza me ew e ku cenazeyê kurê me bibînin û gorekê jê re çêbikin. Min hîn nekarî şîna kurê xwe dîne. 34 sal in em li vî cenazeyî digerin, 34 sal in me nekarî şîna xwe dînin. Hestiyekî bi tenê jî hebe ez razî me, tenê zanibim bê li ku ye."

'HESTIYEK WÊ BIBE DIYARIYA HERÎ MEZIN JI MIN RE'

Sûdar Tûtmaz dixwaze ev êşa bi salan biqede û got, "Ji bilî kurê min, cenazeyê neviyê min jî hîn winda ye. Radestnekirina cenazeyan êşkence ye. Bila dawî li vê êşkenceyê bê anîn. Weke dayikekê bi salan e ez li pey hestiyê kurê xwe me. Bi salan e em bi vê hesretê ne.

Roja Dayikan nêzîk dibe, lê belê 30 sal in weke dayikekê tenê daxwazeke min heye: Hestiyên kurê min wê ji bo min bibe diyariya herî mezin."

'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Sîdar Tûtmaz bang li dewletê kir, ku pêvajoya aştiyê ji dil bimeşîne, gavê biavêje û got, "Bila cenazeyê kurê min teslîm bikin. Bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin. Niha hevdîtin hene, em dixwazin aştî pêk were. Ji bo aştiyê bila samîmî bin, bila dewlet gavê biavêje. Bi salan e ez li du cenazeyên xwe digerim."