KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em ê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin'
Xelkê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê li dora şaredariya xwe kom dibe û diyar dikin ku wê bi berxwedanê ji mêtingeran rizgar bibin. -
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyê me Rêgeş Qelqelî her tim îdîaya xwe ji bo têkoşînê mezin kir û bû xwedî pratîkek serketî.” -
HPG'ê bîlançoya Cotmehê eşkere kir: Çalakiya TUSAŞ'ê dewleta Tirk hejand
HPG'ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir û got, "Çalakiya li hemberî navenda makîneyên kuştinê ya TUSAŞ'ê dewleta Tirk hejand û xist nava şokê." -
Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî hatin desteserkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlihê û Xelfetî hatin desteserkirin û qeyûm lê hatin tayînkirin. -
Şervana berxwedana dîrokî: Armanc Devrîm
Armanca Devrîm ku tevlî berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî dagirkeriyê bû, di nava şert û mercên giran ên Bakur de ji bo kêliyekê jî teredût nekir û heta nefesa xwe ya dawî bênavber têkoşiya. -
PJAK: Hevalê me Şoreş Qelat şehîd bû
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku roja 28’ê Cotmehê, Endamê Meclîsa PJAK’ê Şoreş Qelat li ser rêya Pîranşar-Mehabadê bi awayekî nemerdane hatiye şehîdkirin. Her wiha hemû angaştên dewleta Îranê yên di vî warî de red kirin. -
‘Divê pêvajoya aştiyê ji Îmraliyê destpê bike’
Nivîskar û çalakvanên derbarê pêvajoya çareseriyê ev tişt gotin: “Çareserî li Îmraliyê ye. Ji bo ku çareserî hebe, divê tecrîd were rakirin û mercên pêvajoya aştiyê werin qebûlkirin.” -
Ji hevrêyê min, ji kurê min re...
Li çiyayên azad bûm hevrêya te û ev hevrêtiya me hevrêtiya PKK'ê ya rasteqîn bû. Di hevrêtiya me de cih ji qirêjî, derew, durûtî û xiyanetê re tine bû. Ji hevrêtiya dayik-kur wêdetir hevrêtiya me hevrêtiya PKK'ê bû. -
Şêniyên Wanê: Rê û muxatabê çareseriyê diyar e
Şêniyên Wanê ji bo danûstandin û diyaloga çareseriya pirsgirêka Kurd işaret bi Meclîsê kirin û gotin, muxatab jî Rêber Apo ye. -
Bi girseyî çûn serdana şîna şehîda Efrînê Jiyan Cûdî
Şîna şervana HRE’yê Jiyan Cûdî (Bêrîvan Demîrcî) a ku li Efrînê di çalakiya li dijî çeteyên dewleta Tirk de şehîd bibû, bi girseyî hat ziyaretkirin. -
6 şervanên YBŞ’ê bi merasîmekê hatin bibîranîn
6 şervanên YBŞ’ê yên ku di encama êrîşên 24’ê Cotmehê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn îro li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. -
Di meha Cotmehê de li 11 rojnamevan ceza hate birîn
DFG'ê rapora xwe ya meha Cotmehê eşkere kir. Li gorî raporê 11 rojnamevan hatin cezakirin, 9 rojnamevan hatin binçavkirin, 11 rojnamevan rastî muameleya nebaş hatin û gef li 7 rojnamevan hat xwarin. -
Dewleta Îranê Jîna Muderîs girt
Dewleta Îranê rojnamevan Jîna Muderîs a ku bi hinceta beşdarî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, girt. -
Bakirhan: Em ji çareseriyê re amade ne, lê em tasfiyeyê qebûl nakin!
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê çareser bibe. KCK’ê jî îşaret bi Birêz Ocalan kir. Em ji çareseriyê amade ne, lê em tasfiyeyê qebûl nakin.” -
Xizmên windayan ji bo Bayram, Temel û Gumuş hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo Mehmet Şirîn Bayram, Hamît Temel û Yilmaz Gumuş ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, 2 kepçe hatin îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, 5 birîndar bûn, 2 kepçe hatin îmhakirin û derbe li wesayîteke zirxî û çeperekî hate xistin. -
375 roj in Rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye
375 roj in rojnamevan Silêman Ehmed li Girtîgeha PDK’ê girtî ye. -
YCWK’ê li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakî li dar xist
Yekîneyên YCWK’ê yên Geverê ragihand ku li dijî wesayîta zirxî ya polîsên Tirk çalakî li dar xistine. -
Li Elbakê gelek herêm 15 rojan hatin qedexekirin
Li Elbakê têketin û derketina gelek herêman cara duyemîn 15 rojan hat qedexekirin. -
Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
Li Semsûrê cendirmeyan bi ser mala ku nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren û nûçegihanê Pîrhayê Kamber Yildiz lê diman de girtin. -
Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
24 kesên ku di operasyona îmhakirinê ya Herekolê ya dewleta Tirk de hatibûn binçavkirin, 10 ji wan hatin girtin. -
Li Cizîra Botan 4 kes hatin girtin
Li Cizîra Botan 4 kesên ku di serdegirtina malan de bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin girtin. -
Gel daket qadan, Roja Kobanê ya Cîhanê hate silavkirin
Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek bajaran hate silavkirin. Li navçeya Pirsûs a Rihayê ku li pêşberî Kobanê ye, gel berxwedan silav kir. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin. -
Nameyên çalakgera fedaî Asya Alî
Yek ji du gerîlayên li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kir Asya Alî beriya çalakiyê ji Rêber Apo, hevrêyên xwe, jinên PAJK'î, gel, hevrêyên li zindanan û malbata xwe re name nivîsî û rapora çalakiyê amade kir. Em wan name û rapora çalakiyê diweşînin. -
Şêniyên Amedê: Navnîşana aştî û çareseriyê Rêber Apo ye
Şêniyên Amedê ji bo aştiyeke mayinde işaret bi Rêber Apo kirin û ji desthilatdariya AKP-MHP'ê xwestin, gavên şênber biavêje.