KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dîmenek ji zerara ku dewleta Tirk li Şengalê kir
Dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 16 caran bombardûman li çiyayê Şengalê kir û zerareke mezin li herêmê kir. -
'Îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan hene'
Gerîlayên YJA Star anîn ziman ku yek ji kadroyên pêşeng ê PKK’ê Bêrîtan bi çalakiya xwe ya li dijî hevkaran nasnameya jina azad afirandiye û gotin ku îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Bêrîtan hene. -
Cenazeyên şervanên YBŞ’ê rakirin Tiba Edlî ya Mûsilê
Cenazeyên şervanên YBŞ’ê ku yên di êrişên duh bi şev de şehîd bûn, vê sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hatin girtin û ber bi Saziya Tiba Edlî ya Mûsilê ve hatin şandin. -
NPG: Çalakiya fedaî ya li TUSAŞ'ê ji aliyê Tabûra me ya Nemiran ve hate kirin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê got, "Çalakiya fedaî ya li hemberî navenda TUSAŞ a li Enqereyê ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin." NPG'ê agahiyên li ser nasnameya gerîlayên çalakiya fedaî kirin, eşkere kir. -
Elyas: Polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas diyar kir ku dewleta Tirk a qirker dixwaze destkeftiyên ku gelê Şengalê û Rojava bi dest xistine ji nav bibe û got, polîtîkayên dewleta Tirk têk çûn. -
Dewleta Tirk 16 caran bombe li Şengalê barand
Dewleta Tirk a dagirker şeva Pêncşemê li Şengalê herî kêm 16 caran bombe li 10 herêman barand. -
Karayilan: Behdînan wê ji artêşa Tirk re bibe goristan
Fermandarê Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan: Di şerê çar salên dawî de biryardariya gerîla ya di vê mijarê de hîn xurt bûye. Behdînan wê ji artêşa Tirk û rejîma AKP-MHP û Ergenekonê re bibe goristan. -
Gelê Şengalê: Êrîş wê ti carî nikaribe îradeya me têk bibe
Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ li ber Navenda YBŞ'ê daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku ew bi saya keda şehîdan li ser xaka xwe ne û wê ti carî êrîş nikaribe wan ji xeta şehîdan qut bike. -
Bi qasî Glîdaxê serhildêr û berxwedêr bû
Şehîd Berwar bi têkoşîna xwe ya gerîla ya çaryek sedsalê mîna berfa sed salî ya li serê çiyayê Glîdaxê mayinde, bi qasî wê serhildêr û berxwedêr bû. -
HPG: Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê ragihand ku dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên wan ve hatine hedefkirin û di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. -
Li Mexmûrê êrîşên dagirkeriyê bi girseyî hatin şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medya, Şengal û Rojava şermezar kirin. -
Asayîşê Êzidxanê: Êrîş li dijî sivîlan hate kirin, kesek birîndar bû
Asayîşa Êzidxanê ragihand ku dewleta Tirk êrîş bir ser sivîlên Êzidî û Ereb. -
DBP’ê li dijî êrîşan banga parastina Kurdistanê kir
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û banga parastina Kurdistanê kir. -
YBŞ: Şervanekî me şehîd bû, 2 jî birîndar bûn
YBŞ'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şervanekî wan şehîd bûye, 2 jî birîndar bûne. -
Ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan gelek çalakî hatin lidarxistin
Bi pêşengiya hêzên YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta fermandar Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li Zap, Xakurkê û Metînayê gelek çalakî hatin lidarxistin. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êrişa dewleta Tirk dewama siyaseta qirkirinê ye
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: ‘’Êrîşên dewleta Tirk berdewana fermanê ne.’’ -
Şengal careke din hate bombekirin
Şengal careke din ji aliyê balafirên bê mirov ên bombebarkirî ve hate bombekirin. -
Zilar Stêrk: Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re ava bibe" û bang li her kesî kir ku guh nedin nûçeyên spekulatîf û bala wan li ser daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê be. -
DEM Partî: Bila bombardûman tavilê bi dawî bibe
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê diyar kir ku operasyonên leşkerî yên li dijî sivîlan binpêkirina pîvanên hiqûqa navneteweyî ne û bang kir, "Bombardûmana li ser qadên sivîl ên jiyanê bila tavilê bi dawî bibe." -
'Her şervan divê sekna Bêrîtan rast fêhm bike'
Gerîlayê HPG'ê Cîlo Botan diyar kir ku divê sekn û çalakiya şehîd Bêrîtan rast bê fêhmkirin û got, "Sekna hevrê Bêrîtan a li dijî hevkar û nokeran şênber bû. Bi çalakiya fedaî bersiva herî mezin da." -
Li Şengalê êrîşên bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Barê yê Xanesorê û bajarokê Dugirê bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî êrîş bir ser malên gel. Li gorî agahiyên destpêkê jinek birîndar bû. -
Nobeta Azadiyê ya li Mexmûrê di roja 462’an de didome
Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 91’an di roja 462’an de didome. -
TJK-F’ê banga tevlîbûna kampanya û çalakiyan kir
TJK-F’ê got: ‘’Em bang dikin ku ji bo kampanyaya nameyê û çalakiya ku wê di 16’ê Mijdarê de were lidarxistin, bi ruhekî mezin ê seferberiyê tevlîbûn çêbibe.’’ -
Keskîn Bayindir: Divê tecrîd bê rakirin, pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li navçeya Rezan a Amedê serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê kir. -
Ji MAK'ê çalakî: 2 polîs birîndar bûn, qemyonek hate îmhakirin
Milîsên Azadiyê yên Kurdistanê (MAK) ragihand ku di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo de li Gever û Sêweregê sê çalakî kirine. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 2 polîs birîndar bûn, qemyonek jî hate îmhakirin.