KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK û artêşa Tirk gundê Dergelê talan kirin
Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr, bi hezaran kes neçar man ji gundê xwe koç bikin. Dergelê jî yek ji wan gundan e ku ji aliyê PDK û dewleta Tirk ve hatiye talankirin û xelkê wê ji neçarî koç kiriye. -
Milîsên jin li Wan û Geverê li navendên dagirkeriyê xistin
Milîsên Jin ên Agir û Rojê diyar kirin ku bi teqemeniyên bi destan hatine çêkirin li avahiya polîsan a Wanê û qereqola Esentepeyê ya Geverê xistine. -
Êşkence li kesên ku li Herekolê hatin binçavkirin kirin
Hat hînbûn ku kesên di operasyona artêşa Tirk a li Herekolê de hatin binçavkirin rastî êşkenceyê hatine. -
Li Dersimê xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
Li Dersimê xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt hate binçavkirin. -
HPG: Li Zap û Xakurkê 5 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li herêmên Zap û Xakurkê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin. -
HPG'ê 3 şehîd bi hurmet bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bûne bi hurmet bi bîr anî û got, "Em hevrêyên xwe yên ku bi şehadeta xwe ji me re bûn hinceta mezinkirina têkoşînê, bi hezkirin û hurmet bi bîr tînin." -
KCK: Divê gelê me yê li Kurdistan û Ewropayê bi xurt tevlî pêvajoya nû ya çalakiya bibe
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li gelê li Kurdistanê û Ewropayê kir ku bi girseyî û xurtî tevlî pêvajoya piştî 1 û 2'ê Mijdarê bibe. -
Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya li Enqereyê dîmenek taybet weşand
Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya ku 23’yê Cotmehê li Enqereyê hatî lidarxistin, dîmeneke taybet weşand. -
Li Cizîrê qirkirina siyasî: Êşkence li malbatê hate kirin
Li Cizîrê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan polîsan di binçavkirinê de êşkence li malbatê kiriye. -
MAK'ê li Geverê xefikek wênekêşiyê, li Farqînê jî qemyonek îmha kir
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrgê xefikek wênekêşiyê û li navçeya Farqîn a Amedê jî qemyoneke 'faşîstan' îmha kirine. -
Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên li Başûr eşkere kir
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê encamên fermî yên hilbijartinên parlamentê ya Başûrê Kurdistanê eşkere kir. -
Enternasyonalîstan ji bo meşa 16'ê Mijdarê bang kirin
Ji komuna enternasyonalîstan, însîyatif û saziyan banga tevlêbûna meşa 16’ê Mijdarê ku dê li Kolnê bê lidarxistin. Enternasyonalîstan her wiha ji Elmanyayê daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê kir. -
Nameyên çalakgerê fedaî Rojger Hêlîn
Yek ji du gerîlayên ku li hemberî TUSAŞ'ê çalakiya fedaî kirin Rojger Hêlîn beriya çalakiyê name ji Rêber Apo, gerîla, jinan, gel û malbata xwe re nivîsî. Em van nameyan û rapora wî ya çalakiyê diweşînin. -
Dûran Kalkan: Her tişt bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê pêşketineke şênber çênabe û got, "Her tişt bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye." -
'Bêrîtan bi çalakiya xwe rêya serketinê nîşan da'
Ji gerîlayên YJA Starê Ekîn Çewlîg got, "Şehîd Bêrîtan bi sekn û çalakiya xwe nîşanî me da ku serketin bi çi rengî pêk tê." -
Li Gabarê şewat: Nayê vemirandin
Li Girê Ziyaretê yê li Çiyayê Gabarê ku weke 'Herêma ewlekariya taybet' hatiye ragihandin, agir bi qadê ket. Bi îdîaya ku 'qada mayinkirî ye' şewat nayê vemirandin. -
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Zap, Xakurkê û Metînayê, di encama çalakiyên gerîla de herî kêm 5 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
Endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Memed Cûdî şehîd bû - NÛ BÛ
HPG’ê, ragihand ku endamê fermandariya eyaleta Mêrdînê Memed Cûdî 25’ê Cotmehê şehîd bû û got, “Jiyana xwe ya şoreşgerî ku ev 16 sal in bênefes û bêdudilî bi cih anî, di lûtkeyê de temam kir û cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt.” -
‘Bêrîtan ji bo jinên têkoşer bû hêvî’
Gerîlayên YJA Star Xwînda Kobanê û Esma Amed, diyar kirin ku ew li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan têdikoş in û gotin, Bêrîtan ji bo jinên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, bûye hêvî. -
'Muze ji bo parastina dîrokê girîng e'
Arkeolog Mihemed Elî anî ziman ku kelûpelên ku temenê wan ji 200 salî zêdetir e, li Muzeya Şaristaniyetê ya Germiyanê hatine danîn û got: “Muze ji bo hişmendiya zarokan û parastina dirokê gelek girîng e.” -
Çîftyurek: Ji bo aştiyeke mayinde divê Abdullah Ocalan azad bibe
Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê Rêber Apo azad bibe. -
Li Amedê protesto: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Amedê hatin protestokirin. Peyama “sûcê şer tê kirin” hate dayîn. -
Maleke ji bo komkirina tiştên qurbaniyên Enfalê: Mala Meryemê
Li bajarokê Rizgariyê ji bo komkirina kelûpelên qurbaniyên Enfalê, Mala Meryemê hatiye vekirin. -
Serdana malbata şehîd Aktaş hate kirin
Li Mêrdînê serdana malbata gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş ê di şer de şehîd bû, hate kirin. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bibîr anî
HPG’ê Fermandar Gever Zafer û Andok Tendurek bi rêzdarî bibîr anî û got, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe zindî bihêlin û armancên wan pêk bînin.”