KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
DEM Partî: Em li dijî hewldanên tunekirina Kurdî bisekinin
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî qedexe û êrîşên li ser Kurdî da û got, “Zimanê Kurdî divê bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statuyeke fermî.” -
Gelek şandeyan serdana berxwedana Xelfetiyê kirin
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî xespa îradeyê di roja 10’an de ye. Gelek şandeyan serdana berxwedanê kirin. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî
Li navçeya Rêya Armûşê serê sibehê polîsan operasyonên qirkirina siyasî kirin û gelek kes binçav kirin. -
Li Geverê dagirkerek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, şeva 11'ê Mijdarê di çalakiyeke li taxa Zagrosê de dagirkerek bi giranî birîndar bû. -
Li ezmanê Şengalê liv û tevgera hewayî
Li Şengalê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di nava liv û tevgerê de ne. -
YBŞ: Di rizgarkirina Şengalê de keda herî mezin a Rêber Apo ye
Fermandariya YBŞ'ê salvegera 9'emîn a rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê pîroz kir û destnîşan kir ku li ser esasê banga Rêber Apo Şengal hate rizgarkirin. -
Dosyaya Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî Nûneriya YE’yê hate kirin
Dosyaya ku derbarê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatiye amadekirin, radestî Nûneriya YE’yê ya Iraqê hate kirin. -
PJAK: Biryara îdamê ya li ser Werîşe Mûradî nîşaneya domandina şerê li dijî jinan e
Meclîsa PJAK’ê biryara îdamkirina Werîşe Mûradî şermezar kir û diyar kir ku ev biryar nîşaneya domandina şerê dewleta Îranê ya li dijî jinan e. -
Di civîna Meclîsê ya Rihayê de qeyûm hat şermezarkirin
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê û hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di Civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de, desteserkirina vînê şermezar kirin. -
Berxwedana li Êlih û Xelfetiyê dewam dike
Li dijî desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman li Êlih û Xelfetiyê çalakiyên berxwedanê dewam dikin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku heta qeyûman bişînin wê têkoşînê dewam bikin. -
Li 10 navçeyên Wanê li dijî qeyûm daxuyaniya hevpar hat dayîn
Li 10 navçeyên Wanê li dijî desteserkirina îradeyê û tayînkirina qeyûm daxuyaniya hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de li dijî qeyûm banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. -
Li Wanê karên şerê taybet û kontrayê zêde bûne
Karên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Li herêma Payîzava ya Wanê, yekîneyên taybet hatin bicihkirin. Yekîneyên ku cilên sivîl li xwe kirine, rê kontrol dikin û hin navan ji gundiyan pirs dikin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê li Silêmaniyeyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Pêşewa Soranî (Şivan Mihemed Emîn) piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr hat kirin, li Silêmaniyeyê bi merasîmek girseyî li Girê Seywan hat veşartin. -
Emine Şenyaşar beşdarî berxwedana Xelfetiyê bû
Emîne Şenyaşar beşdarî nobeda li Xelfetiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan hatî destpêkirin, bû. Şenyaşar desteserkirina îradeyê weke zulmê pênase kir û got ku ew ê têkoşînê berdewam bikin. -
Li 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hate ragihandin
Dewleta Tirk 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlehiya taybet’ îlan kir. -
HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, kamerayeke mobesse jî hate îmhakirin. -
Meclîsên Ereban 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin
Meclîsa giştî û ya jinan ên gundewarên Ereban ên Şengalê bi daxuyaniyekê 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kirin û soza ‘pêkanîna armanc û xeyalên şehîdan’ dan. -
Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin, kesek hate binçavkirin
Li Mêrdînê di protestoyên li dijî xespa îradeyê de, 2 kes hatin girtin. Endamê Meclîsa DEM Partiyê Huseyîn Aydin jî hate binçavkirin. -
Ciwanan li dijî darbeya qeyûm çalakî kirin
Li Cizîrê ciwanan li dijî darbeya qeyûm bi vêxistina agir şermezar kirin. -
Berxwedana li dijî desteserkirina vînê li taxan didome
Ciwanên Êlih, Wan û Geverê li dijî destserkirina vînê daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Li Kerboranê desteserkirin û tecrîd hate protestokirin
Li Kerboranê desteserkirina şaredariyan ji aliyê dewleta Tirk ve û tecrîda Îmraliyê hate protestokirin. -
'Şaredarî bi rêbazên nehiqûqî hatin desteserkirin’
Li Xelfetiyê parêzerên Baroya Dîlokê serdana berxwedana ku li dijî desteserkirina îradeya gel hatiye destpêkirin kirin. Serokê Baroyê Bulent Duran anî ziman ku şaredarî bi rêbazên nehiqûqî hatine desteserkirin. -
Endamên meclîsê yên Mêrdînê li kolanê civîna xwe li dar xistin
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya desteserkirî li ber avahiya şaredariyê civîna meclîsê li dar xist. -
Tevgera leşkerî ya li Çiyayê Bagokê dewam dike
Êrîşên dagirkeriyê yên li bejahiya Nisêbinê ku beriya çend rojan destpê kir dewam dike. Leşkeran êşkence li şivanekî ku sewalên xwe diçêrand kirin. -
Berxwedana Êlihê: Bila zemîneke siyasî û hiqûqî were pêxsitin
Gelê Êlihê li dijî desteserkirina şaredariyan meşiya. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bal kişand ser rola Rêber Apo û got, “Ji bo ev aloziya li Kurdistanê biqede pêwîste bingehek hiqûqî were pêşxistin.”