Xelfetî li dijî desteserkirinê li ber xwe dide
Li Xelfetiyê ciwanan ber bi Şaredariya Xelfetiyê ve meşiyan. Di navbera ciwan û polîsan de gengeşe derket û ciwanan agirê berxwedanê li kolanan pêxistin.
Li Xelfetiyê ciwanan ber bi Şaredariya Xelfetiyê ve meşiyan. Di navbera ciwan û polîsan de gengeşe derket û ciwanan agirê berxwedanê li kolanan pêxistin.
Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê ya hatiye desteserkirin, berxwedan mezin dibe. Polîsan rêya ciwanên ku ber bi şaredariyê ve meşiyan, bi barîkatan girtin. Ciwanan bi dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” bertek nîşanî astengkirinê dan û hewl dan barîkatan rakin. Polîsan jî bi TOMA, gaza îsot û guleyên plastîk êrîşî gelê ku parlementer û hevserokên şaredariyê jî di nav de bûn kir. Ciwanên ku bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan, li kuçeyan agir pêxistin. Ciwanan timî stranên berxwedanê gotin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Xelfetî” berz kirin. Her wiha ciwanan bi dirûşmeyan diyar kirin ku wê navçeya Rêber Apo, Xelfetî teslîm nebe.
Girseyê piştî êrîşa polîsan ber bi avahiya DEM Partî ya navçeyê ve meşiyan. Girseyê gelek caran dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin û kesên derdor jî bi çepik û tilîliyan piştgirî dan çalakiyê. Meş li pêşiya avahiya DEM Partî ya navçeyê bi dawî bû.
Parlementerên DEM Partiyê, hevşaredarên bajer û navçeyê li dijî qeyûmê ji bo diyarkirina rêyeke civîn lidarxistin. Gel li derve disekine.