Der barê êşkenceya polîsan a li Êlihê de gilî hat kirin
Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Têkoşîna bi Êşkenceyê re ya Baroya Amedê, derbarê polîsên li Êlihê de ku êrîşî gel kirin gilîya sûc kir.
Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Têkoşîna bi Êşkenceyê re ya Baroya Amedê, derbarê polîsên li Êlihê de ku êrîşî gel kirin gilîya sûc kir.
Endamên Navenda Mafên Mirovan û Komîsyona Têkoşîna bi Êşkenceyê re ya Baroya Amedê, parêzer Bawer Mizrak û Serhat Kayaoglu, derbarê tundiya polîsan ya li dijî kesên tevlî protestoya xespê bûne gilîya sûcê kirin. Gilî li Serdozgeriya Komarê ya Batmanê hat kirin û derbarê polîsan de daxwaza vekirina dozê ji bo “Astengkirina azadiyên Destûra Bingehîn û erka giştî”, “Bikaranîna erkê bi xirabî”, “Bi êşkence û mialemeya xirab birîdandarkirin” û “Astengkirina azadiya mirovan” hat kirin.
Di daxwaznameyê de bal kişandin ser xalên qedexeya êşkenceyê, mafê civîn û xwepêşandanê û di destûra bingehîn de azadiya ramanî ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AIHS) de tên parastin ku Tirkiye jî yek ji endamên wê ye û behsa biryarên Dadgeha Makezagonê (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AIHM) hat kirin.
Di giliya sûc de dîmenên êrîşên polîsan ên li ser gel wekî delîl hatin nîşandan.