ROJEVA 11'Ê GULANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo wê bêne şopandin.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

Ragihandina Deklarasyona Înîsiyatîfa Yekîtiya Civakî ya li Amedê wê bê şopandin.

ESP'yiyên ku ji bo piştgiriya hevrêyên xwe yên ji bo girtina girtîgehên bi Tîpa Bîrê ketine greva birçîbûnê, anîn ziman ku Tîpa Bîrê ji bo her kesî xetere ye û gotin, "Beriya ku dor were her kesî divê mirov bikevin nava iv û tevgerê."

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd bû, wê ji bo wê bibe xelata herî mezin a Roja Dayikan û got, "Ez dixwazim aştiyê û gora kurê xwe bibînim."

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mûstafa Akengîn xwest, deweta Tirk bersiva erênî bide pêvajoyê ku Rêber Apo da destpêkirin û gavên pêwîst tavilê biavêje.

Bi stranên xwe dest bi rêwîtiya xwe kir, li çiyê deng veda, bû serhildan, şoreşger û hêvî. Hozan Mizgîn bû dengê jinên Kurd û navê berxwedanê li xwe kir.

Şara ku xizmên xwe xistiye cihên krîtîk ên dewletê, bûrayê xwe Ahmed ed-Durûbî kir Sekreterê Giştî yê Bankaya Navendî. Ev tayînkirinên ji nava xizmên mabatî, fikaran bi xwe re tînin ku desthilatdariya malbatê ji nû ve tê avakirin.