Ji ber strana Kurdî ceza li mamosteyê muzîkê hate birîn
Ji ber strana Kurdî salek û 15 roj cezayê hepsê li perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesîm Başboga hate birîn.
Ji ber strana Kurdî salek û 15 roj cezayê hepsê li perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesîm Başboga hate birîn.
Ji ber strana “Serhildan jiyan e” ceza li parwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê ku li navçeya Tetwana Bedlîsê ye Cesîm Başboga hat birîn. Başboga di kongreya DEM Partiyê de strana “Serhildan jiyan e” gotiye û ji ber vê yekê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” doz lê hatiye vekirin. Doz di 8’ê îlonê de hatiye vekirin û danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê hatiye kirin” salek û 15 roj cezayê hepsê li Başboga birî.
Başboga der barê cezayê lê hatiye birîn de axivî û diyar kir ku strana navborî ji aliyê bi sedan stranbêjên kurd ve hatiye gotin û li ser platformên medya dîjîtal bi milyonan kes lê guhdar kiriye. Başboga da zanîn ku berê jî ji ber stranên kurdî sê lêpirsînên cihê der barê wî de hatine destpêkirin û sedema van daw û dozan jî nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çand û zimanê kurdî ye. Başgoba anî ziman ku ew bi çand û zimanê xwe mezin bûne û dewlet dixwaze gel bênasname û bêçand bihêle û ew ê serî li ber van zextan netewînin û her daîm wê stranên xwe bêjin.