BI DÎMEN

Şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn

Kurdistaniyên ku bi pêşengiya PJAK’ê li hev civiyan, girtiyên siyasî yên Kurd ku dewleta Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de darve kir, bi girseyî bi bîr anîn.

Kurdistaniyên ku li bajarê Manchester ê Îngilîstanê li hev civiyan, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî ku dewleta Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de darve kir, bi girseyî bi bîr anîn.

Bîranîn li qada herî qelebalix ê bajêr ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de gelek caran dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Darvekirinan rawestînin” hatin berzkirin û wêneyên girtiyên siyasî yên Kurd ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, alên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û flamaya wêneyê Rêber Apo li ser bû hatin hilgirtin.

Di bîranînê de Endamên PJAK’ê Zerdeşt Hewramanî, Şexawan û li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Mizgîn Nemîr axivîn.

Di axaftinan de kongreya 12’emîn a PKK’ê hate silavkirin û wiha hate gotin: “Ev ne dawî destpêkek e. Înkar hate hilweşandin, niha em bi ruhê kongreya 12’emîn ku li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo pêk hat ber bi azadiyê ve dimeşin.”

EM Ê RÊYA WAN BIDOMÎNIN

Di axaftinan de hate diyarkirin ku PJAK’ê di 15’emîn salvegera darvekirina Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderyan û Ferhad Wekîlî de wan bi rêzdarî û bi rûmet bi bîr tîne û wiha hate gotin: “Ji bo her kesên ku di lêgerîna azadiyê de ne û bawerî bi demokrasiyê tînin, rêya têkoşînê ronî kirin.”

Di berdewamiya axaftinan de hate gotin ku meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiya Kurd meha şehîdan û berxwedana lehengane ye û wiha hate gotin: “Îro mîratgirên rastîn ên vê têkoşînê qehremanên wekî Hakî Karer, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn, Halîl Çavgun û Mizgîn (Gurbet Aydin) in. Hevrêyên me yên hêja ji bo azadiya gelê Kurd ê li Îranê û komên din ên bindest têkoşiyan û vê mîrateya bi rûmet berdewam kirin.”

Bi berdewamî wiha hate gotin: “Em careke  din şehîdên 9’ê Gulanê bi bîr tînin û em soz didin ku heta hemû gel azad bibin rêya wan bidomînin.”

Piştî axaftinan li qadan danezan hatin belavkirin û bi çepik û dirûşmeyan careke din darvekirin hatin protestokirin.