KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şaredariya Gel a Şengalê 9’emîn salvegera Rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Şaredariya Gel a Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku di serî de Iraq, divê hêzên derve li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. -
Berxwedana li Xelfetiyê di roja 8’an de ye
Berxwedana ku gel li dijî desteserkirina şaredariya Xelfetiyê daye destpêkirin di roja 8’an de didome. Di çalakiyê de ji bo mitînga ku wê di 17’ê Mijdarê de li Êlihê bê lidar xistin banga tevlîbûnê hat kirin. -
Li Şengalê cenazeyê şehîd Kerîm hate veşartin
Cenazeyê Kerîm Hecî Şero ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
Hevserokên KCD û DBP'ê ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang kirin
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê ya ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiyê banga tevlîbûnê kirin. -
Li Êlihê deklarasyon hate eşkerekirin: Navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e
Li Êlihê deklarasyona mîtînga 17'ê Mijdarê hate eşkerekirin. Di deklarasyonê de hate ragihandin ku yekane navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye û divê Rêber Apo azad bibe. -
Ji MAK'ê li Amedê çalakiya sabotajê
Milîsên MAK'ê ragihandin ku li Amedê çalakiyeke sabotajê kirine û agir berdane qemyonekê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan 'Pêngava silavkirina sala 46'an a PKK'ê û mezinkirina şerê azadiyê' dane. -
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîdên xwe li Kurdistana azad bidin jiyîn.” -
Cenazeyê şehîd Kerîm birin Sinûnê
Cenazeyê ciwanê bi navê Kerîm Hecî Şero ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk de li Şengalê şehîd bû, wê li şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş were veşartin. -
PKK tevgereke vejînê ye
Gerîlaya YJA Starê Çarçella Cîlo anî ziman ku PKK tevgereke vejînê ye û destnîşan kir ku bi saya PKK'ê wan hebûn û nasnameya xwe nas kirin û fedakariya ji bo gel destpê kir. -
Berxwedana ciwanan a li Êlihê di roja 7’an de didome
Berxwedana ciwanên Êlihê ya li dijî desteserkirina vînê di roja 7’an de didome. -
Gelê Şengalê: Dewleta Iraqê rê dide êrîşên li ser Şengalê
Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel diyar kir ku dewleta Iraqê rê dide êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got: “Dewleta Iraqê bi vê bêdengiya xwe ber bi tinebûnê ve diçe lê haya wê jê nîne.” -
Li Xelfetiyê meş: Dê qeyûm biçin em ê bimînin
Gelê ku li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê nobetê digirin, heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Dê qeyûm biçin, em ê bimînin” meşiyan. -
Di êrîşa dewleta Tirk de ciwanek Êzidî şehîd bû
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de ciwanê bi nave Kerîm Hecî Şero şehîd bû. -
Meşa li Êlihê: Ev berxwedan vîna azadiyê ye
Li Êlihê li dijî derbeya qeyûmê meşek girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Êlih, ranezê xwedî li vîna xwe derkeve" hatin berzkirin. -
Berxwedana li Xelfetiyê: Xwedîderketin mezin dibe
Platforma Şaxên Dîlokê ya KESK'ê serdana nobeda li dijî darbeya qeyûm a li Xelfetiyê kir. -
Dewleta Tirk careke din êrîş bir ser Şengalê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş bir ser wesayitek li Şengalê. -
Li Xelfetiyê berxwedan di roja 7'an de ye
Li Xelfetiyê ku şaredariya wê hatiye desteserkirin, berxwedan di roja 7'an de ye. Li hemberî gefên êrîşên yên polîsan jî gel li ser berxwedanê bi biryar e. -
Berxwedanê dorpêçî şikand
Heyeta ku ji bo tevlî meşa li Êlihê bibe ji Amedê bi rê ket li pêşiya Êlihê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Ji ber ku heyetê dest ji berxwedanê berneda, leşker neçar man dawî li dorpêçiyê bînin. -
Hevserokên DBP'ê û Hevşaredaran dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Hevserokên Giştî yên DBP'ê û hevşaredarên ku ji bo tevlî berxwedana li dijî darbeya qeyûm bibin berê xwe dan Êlihê, hatin rawestandin. Lê belê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin rawestandin. -
SZPÊ: 9’emîn salvegera rizgariya Şengalê pîroz kir
Saziya Ziman û Perwerda Êzîdxanê, 9’mîn salvegera rizgariya Şengalê pîroz kir û destnîşan kir ku wê sala bê azadî û xweseriya Şengalê bê misogerkirin. -
Bû xwedî jiyanek bi wate
Gerîla Jiyanda Laşer a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji sala 2021'an û vir ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêş xistiye di eniyên pêş de şer kir, bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin bû xwedî jiyaneke tijî wate. -
'Cara yekem e Şengalî bûne xwedî hêz û xwe bi rê ve dibin'
Endamên şaredariyên Şengalê diyar kirin ku bi saya şehîdan li Şengalê dijîn û gotin, “Civak û jinên Êzidî hêz û fikra xwe ji gerîlayên YJA Starê û YPJ’ê girtiye û heya niha jî em bi vê hêzê li ber xwe didin û xwe bi rê ve dibin.” -
YCWK’ê li Amedê çalakî kir
Yekîneyên YCWK’ê yên Amed Seyrantepeyê, li Amedê li dijî wesayîteke hêzên dewleta Tirk çalakî kirin û li Dortyolê rê ji trafîkê re girtin. -
Têkoşîn û armancên fedaiyan
Divê mirov îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên van fedaiyan baş fêhm bikin. Dest ji jiyana xwe berdan, di kesayetiya Rêber Apo, gelê Kurd û azadiyê de bûn heqîqet. -
Gazên ku polîs avêtin taxa Êlihê bandor li zarokan jî kir
Li Êlihê polîsan bi dijwarî bombeyên avêtin taxa ku bûyer lê tine bû. Gazên hatin avêtin bandor li ser zarokek 5 salî kir.