Li Êlihê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan dewam dike
Li Êlihê ji gelek baskan ve bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Êlihê' û 'Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin' ber bi şaredariyê ve meş hate lidarxistin.
Li Êlihê ji gelek baskan ve bi dirûşmên 'Bijî berxwedana Êlihê' û 'Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin' ber bi şaredariyê ve meş hate lidarxistin.
Nerazîbûna li hemberî desteserkirina şaredariya Êlihê di roja 2'yemîn de dewam dike. Girseya gel ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî di nav de bûn, ji gelek nuqteyên bajêr ve ber bi şaredariyê meşiyan. Girseya gel ku li Parka Habîp Başkan, Salona Dawetê ya Gala û Parka Salîh Ozdemîr li hev kom bû bi çepik û tilîliyan nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da.
Meşa li taxa Baglarê jî bi dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' û 'Jin, Jiyan, Azadî' destpê kir. Parlamentera Êlihê ya DEM Partiyê Zeynep Odûncû tevlî meşê bû. Polîsan xwestin ciwanekî binçav kirin, gel kete navberê û nehişt. Li ser nerazîbûna gel, polîs vekişiyan. Girseya gel bi dirûşm û tilîliyan ber bi kolana Gulistan meşiya.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî beşdarî meşa li Parka Salîh Ozdemîr bûn. Girseya gel bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' heta ber şaredariyê meşiya.
Parlamenterên CHP'ê Turkan Elçî û Sezgîn Tanrikûlû jî bi komekê ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.
Girseya gel li ber avahiya Şaredariya Êlihê ya desteserkirî civiya. Li ber avahiya şaredariyê daxuyanî tê dayin.