ÎNÎSIYATÎFA GEL A KURDISTANÊ
Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê li hemberî desteserkirina Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetî ya Rihayê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Desthilatdariya AKP-MHP a faşîst rûyê xwe yê dijminatiya li Kurdan careke din nîşan da. Rejîma faşîst ku Rêberê me tecrîd dike û ji bo tinekirina gerîlayên me bi her awayî hevkariya qirêj dike, niha jî dixwaze dest dîne ser bajarên ku gelê me bi kedeke mezin bi dest xist.
Mêrdîn, Êlih û Xelfetî bi berxwedan û keda gelan bi dest ketin. Tayînkirina qeyûm nenaskirina îradeya gel e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê îradeya gelê Kurd nas nake, em jî wan nas nakin. Di serî de jin û ciwan em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ku şaredariyên xwe bi dest bixin em ê li qadan bin. Yên ku me nas nakin em jî wan nas nakin. Em xwedî li îradeya xwe derkevin, hemû qad û kolanan bikin qadên çalakiyan."