Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn
Bi stranên xwe dest bi rêwîtiya xwe kir, li çiyê deng veda, bû serhildan, şoreşger û hêvî. Hozan Mizgîn bû dengê jinên Kurd û navê berxwedanê li xwe kir.
Bi stranên xwe dest bi rêwîtiya xwe kir, li çiyê deng veda, bû serhildan, şoreşger û hêvî. Hozan Mizgîn bû dengê jinên Kurd û navê berxwedanê li xwe kir.
Jinek bû ku çavên wê li lûtkeyên çiyayan ên bi berfê pêçayî bû. Bi dengê xwe êş, hêvî û raperîna gelê Kurd gihand çiya û hemû Kurdistanê. Navê wê Hozan Mizgîn bû lê ew ne tenê navek bû, ew xet, rê û berxwedan bû. Ew ne tenê gerîla bû, her wiha hunermend û hozana gelê xwe bû. Wê bi stranên xwe hêz da hevrêyên xwe yên di nava şer de. Bi dengê xwe nasnameya gelê xwe da nasîn.
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962’yan de li Êlihê di bin siya xizanî û zilmê de hate dinê. Weke jineke ciwan ji nava tarîtiya darbeya 1980’yî derket û tevlî tevgera azadiya Kurd bû. Di wan salan de, ew yek ji mînakên îstîsnayî bû ku jin dikare pêk bîne. Hozan Mizgîn bû ziman û awazê gelê ku hewl dihat dayîn were bêdengkirin.
Di sala 1983’yan de dema derbasî Ewropayê bû, ew ne tenê hunermend bû, di heman demê de pêşengek bû ku ji bo hunerê têdikoşiya. Hozan Mizgîn di damezrandina Hunerkomê de bi awayekî aktîf cih girt; Ne tenê stran gotin, di heman demê de bi stranên xwe gel birêxistin kirin. Dengê wê ne tenê di mîkrofonê de her wiha di bîra gel de jî cih girt.
Dijmin di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê mala ku ew lê bû dorpêç kir. Lê wê li şûna teslîmiyetê berxwedaneke fedaiyane hilbijart. Ji ber ku jiyana wê xwe dispart rûmetê.
Rêber Apo digot, “Mizgîn keçeke ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin bû.” Ew ne tenê “milîtanek” bû, mîna Alî Haydar Kaytan gotiye, “Ew jin, hunermend û şoreşger” bû. Ew nûner û şahida demên herî bi êş ên dîroka jinên Kurd bû.
Di stranên wê de nalîna Ayşe Şanê, pênûsa Hozan Serhad, şîn û hêviya gelê wê kom bibûn. Stranên wê yên bi navê ‘Hebûn, Lo Hevalo, Hawar Gundîno, Newroz û Delalê’ ne tenê awaz bûn di heman demê de bîra gel a hezar salî bû.
Hozan Mizgîn tevî ku bi sedan leşkeran li dora wê girtin jî çok nedanî. Bi gotina strana jiya. Destana xwe nivîsand û wisa çû: teslîm nebû, nekarîn wê teslîm bigirin, ji ber ku ew jinek serhildêr bû.
Û niha dengê Hozan Mizgîn ji quntarên çiyayan mîna straneke ku bi bayê re belav dibe, diherike. Ew êdî ne tenê navek e, ew xeteke, şopeke û bangeke azadiyê ye.