BI DÎMEN

Ciwanên Ereb ên Şengalê ji azadiya Rêber Apo meşiyan

Ciwanên Ereb yên li Şengalê di çarçoveya hevdîtina li gel Rêber Apo ya 23’yê Cotmehê de meşek li dar xistin, bersiva silavên Rêber Apo dan û gotin: ‘’ Em ê teqez azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dabîn bikin.’’

Meşa bersivdayîna silavên Rêber Apo ji aliyê Însiyatîfa Ciwanên Ereb û Jinên Ciwan yên Ereb ve hate organîzekirin. Meşa ciwanan ji têketina Gundê Barê dest pê kir û bi qasî  seatekê dewam kir. Her wiha di nava meşê de stranên şoreşgerî hatin gotin û dirûşmeyên; ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bê Serok Jiyan Nabê’’ û ‘’Bi Can, Bi Xwîn Em Bi Te Re Ne Ey Serok’’ hatin berzkirin. Di nava girseya meşê de pankartên bi nivîsa; ‘’Hezar Silav Ji Serok Re’’ û poster hatin hilgirtin.

Beşdarvanekî meşê yê bi navê Ebdulkerîm Nayîf axivî û bal kişand ser tecrîdê û got: ‘’Silavên Rêber Apo rê kirine li ser seran û ser çavan.  Em jî hezar silavên xwe ji serokê xwe re rê dikin. Em weke ciwanên Ereb yên li Şengalê û tevahiya pêkhateyên din li vir dibêjin ku heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, em ê çalakiyên xwe bidomînin.’’

Endamê Însiyatîfa Ciwanên Ereb Yûnis Elteyî jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Îro me weke ciwanên Ereb yên li Şengalê ji bo bersivdayîna silavên Rêber Apo meşek li dar xist û bi hezaran silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Divê êdî Rêber Apo di nava gele xwe de be û bi gelê xwe re bijî.’’ 

Her wiha di dawiya meşê de daxuyaniyek jî hate dayîn.  Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb Hesed Eswed ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniya  Însiyatîfa Ciwanên Ereb bi vî rengî ye:

‘’Em li ser navê tevahiya ciwanên Şengalê û bi taybet jî  ciwanên Ereb hezar silavên xwe ji Serok Apo re rê dikin û dibêjin ku em gelek kêfxweş bûn ku tenduristiya wî baş e. 

Rêber Apo di hevdîtina xwe de silavên xwe rê kiribûn. Me jî weke ciwanên Ereb ji silavên Rêber Apo gelek moral girt û me xwest bi rêya meşekê silavên Rêber Apo bibersivînin. Meşa me ya îro di vê çarçoveyê de hate lidarxistin.

Em weke ciwanan, em ê çalakî, meş û mîtingên xwe heya ku em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya serokê dabîn dikin, bidin domandin. Heya Rêber Apo azad nebe, em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin û roj bi roj xurttir bikin. 

Ciwan ne tenê li Şengalê, li seranserê cîhanê di nava têkoşînê de ne. Bi taybet piştî silavên Rêber Apo di nava ciwanan de moral û hesteke pir cuda peyda bû.  Pêwist e ciwan jî bi wî awayî tev bigerin û çalakiyên xwe hîn bi bandortir û bi hêztir bikin.

Em li vir ji dewleta Tirk a dagirker e re diyar dikin û dibêjin ku em hene û wê hebin, qet nefikire ku em ê rojekê tune bibin yan jî bê hêz bibin. Çawa ku beriya niha jî em bi hêz bûn, niha jî û ji niha şûnde jî û piştî silavên serokê xwe em bi hêztir bûne. Em ê tu carî paşde gav neavêjin û her pêngaveke me wê bibe deriyekî çareseriyê.’’ 

Meş bi dirûşmeya; ‘’Bijî Serok Apo’’ bi dawî bû.