BI DÎMEN

Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

Di şexsê Hozan Mizgîn de Hozan Sefkan, Bavê Teyar û siyasetmedara şoreşger Aysel Dogan di çalakiyeke TEV-ÇAND û Hunera Mizgîn de hatin bîranîn.

Tevgera Çand û Hunerê ya Ewropayê (TEV-ÇAND) û Hunera Mizgîn, di şexsê hunermend û fermandara gerîla Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) de ku 11'ê Gulanê li Tetwanê şehîd bû, Hozan Sefkan (Celal Ercan) û Bavê Teyar (Cûma Xelîl), Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan û kadroyên Tevgera Çand û Hunerê yên şehîd bûn hemû hatin bîranîn.

Bîranîn li bajarê Koln ê Elmanyayê li salona Kulturbunkerê pêk hat. Li ser dika bîranînê wêneyên hunermendên di meha Gulanê de şehîd bûn hatin daliqandin û li ber deriyê salonê jî lênûskeke bîranînê hate danîn. Nûnerên saziyên Kurd ên demokratîk ên li Elmanyayê kar dikin, hunermendên TEV-ÇAND'ê û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê û xwendina sirûda Ey Reqîp destpê kir.

Piştre hunermend Bermal Çem axivî. Çem anî ziman ku hem hunermendiya Hozan Mizgîn hem jî jiyana wê ya gerîlatiyê wê ji nişfên nû re bibe mînakek jiyanê.

Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Hozan Mizgîn hate nîşandan. Piştre jî Gulê Mayera hunera xwe pêşkêş kir.

Bernameya bîranînê bi stranên Serhat Çarnewa, Denîz Deman û gotina stranên Hozan Serhat dewam kir.

Bi navê TEV-ÇAND'ê Xemgîn Bîrhat axivî û qala keda hunerî ya Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan a li Ewropayê kir.

Bîranîn bi stranên Xemgîn Bîrhat, Xelîl Xemgîn û bi dirûşma 'Şehîd namirin' bi dawî bû.