Gelê Qoserê desteserkirina vînê protesto kir

Li Taxa Biriket a Qoserê gel bi sirûda “Herne Pêş” desteserkirina vînê protesto kir.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê berdewam dike. Li Taxa Biriket a navçeya Qoser a Mêrdînê gel bi sirûda “Herne Pêş” desteserkirina vînê bi meşekê protesto kir. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Kamûran Tarhan û Onûr Duşunmez tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankarta “Qeyim derbe ye, dest vîna min nede” hate vekirin û dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi serbikevin”, “Qeyim wê biçe em ê bi ser bikevin”, “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Apoyî li her derê ne” û “Hezar silav ji berxwedana Êlihê re” berz kirin.

Meş ji caddeya Elbeylî heta caddeya Birikethaneyê berdewam kir. Meş bi sirûda “Herne Pêş” bi dawî bû.