Berxwedana li Êlih û Xelfetiyê dewam dike

Li dijî desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman li Êlih û Xelfetiyê çalakiyên berxwedanê dewam dikin. Di çalakiyan de hate ragihandin ku heta qeyûman bişînin wê têkoşînê dewam bikin.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛMAN

Li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku şaredariyên wan hatine desteserkirin, berxwedana li dijî qeyûman dewam dike. Di roja 9'emîn a çalakiyan de xelkê Êlihê li Xaçerêya Basinê li hev kom bû. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes ji şêniyên herêmê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn. Li Xaçerêya Basinê nobed dewam dike.

NÛNERÊN RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL SERDANA BERXWEDANA XELFETIYÊ KIRIN

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê jî berxwedan di roja 9'emîn de ye. Xelkê Xelfetiyê ku li ber şaredariya xwe ya dorpêçkirî çalakiyê dike, ji aliyê rêveberên DEM Partiyê yên Semsûrê û navçeyên wê, rêveberên Şaxê Semsûrê yê PSAKD'ê hatin ziyaretkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn bi bîr xist ku xelkê Xelfetiyê 31'ê Adarê îradeya xwe nîşan da û anî ziman ku ew qeyûm qebûl nakin. Coşkûn destnîşan kir ku qeyûm pirsgirêka demokrasiyê ye û heta bê vekişandin wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Çalakiya nobedê ya xelkê li navçeyê dewam dike.