Li Mêrdînê 2 kes hatin girtin, kesek hate binçavkirin
Li Mêrdînê di protestoyên li dijî xespa îradeyê de, 2 kes hatin girtin. Endamê Meclîsa DEM Partiyê Huseyîn Aydin jî hate binçavkirin.
Li Mêrdînê di protestoyên li dijî xespa îradeyê de, 2 kes hatin girtin. Endamê Meclîsa DEM Partiyê Huseyîn Aydin jî hate binçavkirin.
Di protestoyên piştî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê destpê kirîn de, heta niha li Mêrdînê nêzî 20 kes hatine binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Suleyman Kahraman û Kanîwar Aykal ji aliyê dadgehê ve biryara wan hate dayîn û birin girtîgehê.
Hat zanîn ku Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aydin jî bi hinceta ku derbarê wî de biryara girtinê heye, dema ji avahiya bajêr a DEM Partiyê derket hate binçavkirin. Aydin birin şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê.