Endamên meclîsa şaredariyê yên DEM Partiyê û hevşaredar li civîna meclîsê amade bûn. Endamên meclîsê ji bo şermezarkirina darbeya qeyûman li hemû beşdaran borşur belav kirin, li ser maseyên xwe dovîzên “Ne qeyûm, demokrasî” danîn.
Hevşaredarê Xelfetî Mehmet Karayilan ê ku beşdarî civînê bû, dema ket salonê ji aliyê Koma DEM Partiyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Kasim Gulpinar bi hinceta li derveyî welat e beşdarî civînê nebû. Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Ahmet Aksoy civîn bi rê ve bir.
Endama meclîsê ya DEM Partiyê Fatma Kaplan Yaşar di civînê de axivî û diyar kir ku divê kesên ku di hilbijartinên demokratîk de weke endamên meclîsê hatine hilbijartin jî li dijî desteserkirina vînê dengê xwe bilind bikin.
Piştre Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Ahmet Aksoy axivî û diyar kir ku nivîsa fermî gihiştiye şaredariyê. Fatma Kaplan Yaşar jî diyar kir ku ew nivîsa fermî nas nakin û got, “Em vê yekê qebûl nakin. Qeymeqamê navçeyê nehatiye hilbijartin, hatiye tayînkirin. Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan e.”
'DARBE LI VÎNA GEL KIRIN'
Aksoy wiha got: “Em helwesta Karayilan a demokratîk dizanin. Ez jî rêz nîşanî we ya nenaskirina biryarê didim. Li vir pêvajoyeke darazê heye û ji ber vê pêvajoya darazê jî wezîfedariyeke demkî heye. Heta ku biryar bi dawî bibe, erka Mehmet Karayilan a li meclîsa me bi dawî bûye.”
Piştre Karayilan axivî û diyar kir ku rewşa wî ne pirsgirêkeke şexsî ye û qeyûm derbeya li mafê gelê Xelfetiyê hatiye kirin. Karayilan got, “Ez nûnertiya îradeya hilbijartî ya gelê Xelfetiyê dikim. Ji ber vê yekê, berpirsiyariya min a mirovî û wijdanî ye ku ez hemû endaman li vir agahdar bikim. Dibe ku Xelfetî bi taybetî hatibe hedefgirtin, lê di dawiyê de derbeyek li dijî cidiyet û nûnertiya saziyê hatiye kirin.”
Piştre Şaredarê Karakopru yê Partiya Refahê (YRP) Nîhat Çîftçî û endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Ahmet Tûysûz bertek nîşanî desteserkirina vîna gel dan û ji qeymeqamê Xelfetiyê daxwaz kirin ku vê erkê red bike û rêyeke bi rûmet hilbijêre.