BI DÎMEN

Li ezmanê Şengalê liv û tevgera hewayî

Li Şengalê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di nava liv û tevgerê de ne.

Ji serê sibehê ve liv û tevgereke zêde ya balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser ezmanê Şengalê heye.

Îro di heman demê de salvegera 9'emîn a rizgarkirina Şengalê ye.

Par jî dewleta Tirk di salvegera rizgarkirina Şengalê de êrîş biribû ser wesayita şervanên YBŞ'ê û di encamê de 2 şervanên YBŞ'ê şehîd ketibûn.