KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Jinên Kurd di hedefa şerê taybet de ne
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde jinan dike hedef û peyama “Divê Birêz Ocalan azad bibe, pirsgirêk çareser bibin” da. -
Li Xelfetiyê nobeda berxwedanê dewam dike
Li dijî desteserkirina şaredariyan, li Xelfetiyê nobeda berxwedanê 15 roj in dewam dike. -
Aqûbeta 4 Kurdên ji aliyê hêzên Îranê ve hatin revandin, nayê zanîn
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê beriya 13 rojan 4 kes revandin ku yek ji wan zarok bû û agahî ji wan nayê wergirtin. -
MAK: Di çalakiyên milîsên me de 3 polîs bi giranî birîndar bûn
Milîsên MAK’ê ragihandin ku di çalakiyên 15 û 16’ê Mijdarê de 3 polîs birîndar bûn. -
Piştî mîtîngê ciwan bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan
Li Êlihê ciwanan piştî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş lidar xistin. -
Ji bo şehîd Mizgîn Umut merasîma bîranînê
Ji bo gerîlaya YJA Starê Mizgîn Umut (Aliye Îsazade) ku HPG’ê îro şehadeta wê ragihand, li Silêmaniyê merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
‘Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di mîtînga “Demokrasî û Azadiyê” de axivî û got, “Eger hûn cidî bin deriyên Îmraliyê vekin, bila Ocalan peyama aştiyê bide.” -
Ayla Akat Ata: Deriyên Îmraliyê vekin!
Aktîvîsta TJA'yê Ayla Akat Ata got, "Rêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir, rêyeke welê ye ku ev yek bi hev re lê bimeşe. Wî derî vekin, ev gel dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze." -
'Rêberê Gelê Kurd bila azad bibe, ev mesele jî çareser bibe'
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' axivî û destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye. -
Ahmet Turk û Ahmet Davûtoglû li hev rûniştin
Ahmet Davûtoglû û Ahmet Turk piştî hevdîtina ku li çapemeniyê girtî pêk anîn, civîneke çapemeniyê lidar xistin. Banga diyalog û demokrasiyê hate kirin. -
Botaniyan bend û astengî ji pêşiya xwe rakirin
Girseya gel a ji herêma Botanê bi rê ket, ji bo tevlî mîtînga 'Demokrasî û azadiyê' bibe, bendên dewleta Tirk ên ji bo astengkirinê ji pêşiya xwe rakir û ber bi Êlihê ve bi rê ket. -
Girseya gel diherike qada mîtînga azadiyê
Li Êlihê, girseya gel dikeve qada mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê'. -
Gel ji bajarên derdorê berê xwe didin Êlihê
Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' ku wê îro li Êlihê bê lidarxistin, ji bajarên derdorê gelek kes bi rê ketin. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li Metîna û Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin ku yek ji wan bi paye bû. Her wiha derb li helîkopterekê û kepçeyekê hate xistin. -
HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî - NÛ BÛ
HPG’ê 4 gerîlayên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Di şexsê hevrêyên me Kendal, Mizgîn, Xwînrêj û Bager de em soza xwe ya Kurdistana azad dubare dikin.” -
Dewleta Tirk xwezaya Kurdistanê talan dike
Dewleta Tirk ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, xwezaya Kurdistanê jî talan dike. Herêma Sergelê yek ji wan cihan e ku di encama bombebaranê de bi sedan dar dişewitin û ji koka xwe tên rakirin. -
Qada Berxwedanê ya Sergelê
Di rêwîtiya xwe de em şahidiyê ji hovîtiya dewleta Tirk re dikin û xwe digihînin Qada Berxwedanê ya Sergelê. Li berxwedana bi heybet û moralê bilind ê gerîla rast tên. -
Şehbaz: Divê serî li ber hêzên faşîst ên mîna AKP-MHP'ê neyê tewandin
Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz berxwedana li dijî darbeya qeyûm silav kir û ev bang kir, "Li dijî êrîşên dewleta Tirk, serhildana topyekûn şert e. Divê kesek serî li ber hêzên mîna AKP-MHP ên faşîst netewînin." -
Artêşa Tirk li Guherzê baregehek nû ava kir
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Guherzê yê Amediyê nuqteyeke nû ya dagirkeriyê ava kir. -
Li Êlihê 6 jê zarok 24 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê 6 jê zarok bi tevahî 24 kes ji ber şermezarkirina desteserkirina îradeyê bi êşkenceyê hatin binçavkirin. -
Nahêlin Werîşe Muradî sewqî nexweşxaneyê bê kirin
Nahêlin endama KJAR’ê Werîşe Muradî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve cezayê îdamê lê hatî birîn, sewqî nexweşxaneyê bê kirin. -
Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata Hevserokê Meclîsa Xweser re xwest
Rêveberiya Xweser a Şengalê ji ber wefata Dirêî Şemo ku birayê Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Nayîf Şemo ye, peyameke sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe bi malbata Hemo Paşa re parve kir. -
HPG’ê Soran Maprîs bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Bi xebatkarî, dirûstî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya xurt ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak.” -
‘PKK di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye’
Gerîlayên YJA Star û HPG’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin û gotin: “Gotin têra pênaseya jiyana PKK’ê nakin. PKK 46 salên xwe tije dike, hîna jî bi hêz li ser piya ye û di serdema xwe ya herî bi hêz û xurt de ye.” -
Li Mêrdînê yek jê zarok 2 kes hatin girtin
Li Mêrdînê yek jê zarok 2 kesên ku beşdarî protestoyên desteserkirinê bibûn hatin girtin.