Dosyaya Gulistan Tara û Hêro Behadîn radestî Nûneriya YE’yê hate kirin

Dosyaya ku derbarê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatiye amadekirin, radestî Nûneriya YE’yê ya Iraqê hate kirin.

Şandeyek ya Nûnertiya Yekîtiya Ewropaya (YE) ya Iraqê ku ji Cîgirê Balyozê YE’yê yê Ewropa yê Iraqê David Hilly, Berpirsê Beşê Alîkariya yê Nûneriya YE’yê ya Iraqê Lînart Derider û Berpirsê Ofîsa Têkiliyên YE’yê ya Hewlêrê îro serdana Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan kirin.

Rojnamevan û Berpirsê Beşa Soranî yê Şîrketa Çetir (Chatr Company) Berhem Letîf tevlî civîna ku tê de atmosfera karê çapemeniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, bû.

Di civînê de dosyaya şehîdkirina her du rojnamevanên jin ên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku 23’yê Tebaxa 2024’ê de di encama êrîşa balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn, radestî şandeya Nûneriya Yekîtiya Ewropa ya Iraqê hate kirin.