Li Wanê karên şerê taybet û kontrayê zêde bûne

Karên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Li herêma Payîzava ya Wanê, yekîneyên taybet hatin bicihkirin. Yekîneyên ku cilên sivîl li xwe kirine, rê kontrol dikin û hin navan ji gundiyan pirs dikin.

ŞERÊ TAYBET

Pêkanînên şerê taybet ên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, her diçe zêdetir dibin û dewam dikin.

Payîzava li Wanê weke yek ji navçeyên ku herî zêde kontrola rê lê tê kirin, bal dikişîne. Li bejahiya Payîzava ya ku nêzî 30 qereqol lê hene, li gelek nuqteyan kontrola rê tê kirin. Navçeya Payîzavayê li ser sînorê herêma Faraşînê ye ku ser bi navçeyên Elbak, Qelqelî û Elkê ye. Di demên dawî de li herêmê liv û tevgera leşkerî zêde bûye, fealiyetên yekîneyeke taybet a nû jî bal dikişîne.

Ev yekîneyên ku hîna tam nayên zanîn ka yên çi ne, kontrola rê dikin û bi wesayîtên transporter ên reş jî şevê li gundan dewriye digerin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di nava meha dawî de li herêmê hejmara vê yekîneyê bilez zêde bûye. Ev yekîne zextê li gundiyan dike û li herêmê xebata îstixbaratê dimeşîne. Li gorî agahiyên ji gundiyan hatine wergirtin, ev kesên navborî yên ku cilên sivîl li xwe dikin, li ser rê gundiyan disekinînin û hin navan ji wan pirs dikin ka nas dikin yan na.