Erdogan piştî kongreya PKK’ê daxuyaniya yekem da
Serokê AKP’ê Erdogan piştî ragihandina 12’yemîn Kongreya PKK’ê, daxuyaniya yekem da.
Serokê AKP’ê Erdogan piştî ragihandina 12’yemîn Kongreya PKK’ê, daxuyaniya yekem da.
Piştî PKK’ê ragihand ku 12’yemîn Kongreya xwe li dar xistiye, Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan daxuyaniya yekem da.
Erdogan anî ziman ku ew ê neyên lîstikên ku hewl didin herêmê têxin nava xwîn, kaos, hêsir û bêaramiyê û got, “Li hemberî kesên ku dixwazin me parçe bikin wê bersiva me hembêzkirina hev be. 86 milyon wê dil bidin hev, em ê bi hezkirin û yekîtiyê hîn bêtir xurt bikin û bilind bikin. Em ê bi hev re li ser bingeha demokrasî, pêşketin, aştî û edaletê sedsala Tirkiyeyê ava bikin. Dibe ku hûn her kêlî mizgîniyê werbigirin û bigirin.”