Gelek şandeyan serdana berxwedana Xelfetiyê kirin
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî xespa îradeyê di roja 10’an de ye. Gelek şandeyan serdana berxwedanê kirin.
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî xespa îradeyê di roja 10’an de ye. Gelek şandeyan serdana berxwedanê kirin.
Berxwedana xelkê Xelfetî ya Rihayê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja 10’emîn de berdewam dike. Welatî di saetên zû yên serê sibehê de hatin pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî. Welatiyan, pankarta “Ne qeyûm demokrasî” hilayîstin. Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Bozgeyîk, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan, Hevşaredarên Hewagê Aygul Kapikayali û Îsmaîl Yildiz û gelek kes tevlî nobetê bûn. Endamên partiyê yên Dîlokê jî ji bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê û tev li nobetê bûn.
Çalakiya nobetê bi stranên kurdî û gerandina govendê didome.