Li 10 navçeyên Wanê li dijî qeyûm daxuyaniya hevpar hat dayîn

Li 10 navçeyên Wanê li dijî desteserkirina îradeyê û tayînkirina qeyûm daxuyaniya hevpar hat dayîn. Di daxuyaniyê de li dijî qeyûm banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Li dijî desteserkirina şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê û tayînkirina qeyûman bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk li navçeyên Erdîş, Qelqelî, Elbak, Seray, Miks, Payîzava, Ebax, Westan, Şax û Bêgirî yên Wanê daxuyaniya hevpar hate dayîn.

‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’

Di daxuyaniyan de hat destnîşan kirin ku qeyûm îradeya gelê Kurd nasnake. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Erdîşê Yilmaz Îşleyen, anî ziman ku şaredarî hatine desteserkirin. Rêveberê DEM Partiyê yê navçeyê Qelqelî Mehmet Uçar jî nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Ebaxê Faruk Tirak jî, destnîşan kir ku mafê gelê Kurd ê siyaseta demokratîk hatiye desteserkirin û banga mezinkirina têkoşînê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Elbakê Şahîn Dilara, bang li hemû aliyan kir ku li dijî qeyûman helwestên xwe raber bikin. Li navçeyên Westan, Şax, Payîzava û Sarayê jî daxuyaniyên hevpar hatin xwendin. Di daxuyaniyan de peyama ew ê têkoşîn li dijî desteserkirina îradeyê û qeyûman berdewam bike hat dayîn.