Li 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hate ragihandin

Dewleta Tirk 13 herêmên Şirnexê ji bo 15 rojan weke ‘herêma ewlehiya taybet’ îlan kir.

Li Şirnexê walîtiya mêtingeriyê, 13 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet a demkî’ îlan kir. Di daxuyaniyê de ‘pêkanîna ewlehiyê, rêkûpêkî û parastina civakê, astengkirina sûcan, parastina asayîşa giştî, astengkirina bûyerên tundiyê û astengkirina her cure rewşeke neyînî’ wek hincet hate nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku herêmên Bestler Dereler, Çiyayê Gabar, Çiyayê Cudî, Herêma Çiyayê Kurt, Kelmehmetler, Dönmezler, Kovankaya, Tahtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Faraşîn, Altindagları û Oymakaya di navbera 13-27’ê Mijdarê de weke herêma ewlehiya taybet hatine îlankirin. Hat destnîşankirin ku ji bo 15 rojan, ketin û derketina herêmê qedexe ye.