HPG: Artêşa Tirk a dagirker 774 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, çepên giran, top û obusan 774 caran bombe li qadên gerîla barand.
Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, çepên giran, top û obusan 774 caran bombe li qadên gerîla barand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û helîkopteran;
6, 7 û 8'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Kanî Sarkê û Girê Sîserê 5 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
7'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan;
5, 6 û 7'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Sinînê 23 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê, Zêvkê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Sîser 124 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlgazê, Bêşîlî 154 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 464 caran; bi giştî 765 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Bazê bi sekvaniyê dest li dagirkeran hate werdan ku êrîş dikirin.
6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Dergelê, li hemberî dagirkerên ku bi droneyên bombebarkirî êrîşî tunelên me dikirin û banga teslîmiyetê dikirin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin."