Sirri Sureyya Onder li Cenevreyê hat bibîranîn
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi çalakiyekî hat bibîranîn. Çalakî ji aliyê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Xizmên şehîdan, endamên Meclîsa Gel a Kurd a Cenevreyê û nûnerên KOMAW’ê tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de ji bo Sirri Sureyya Onder û Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Li ser navê Însîyatîfa Jinê ya Sema Yuce Songul Aslan axaftina vekirinê kir û diyar kir ku Onder ji bo afirandina aştiyê hewldanekî mezin daye û mîrateyekî têkoşînê li pey xwe hiştiye.
Berdevkê KOMAW ê Swîsreyê Îbrahîm Yuksel îşaret bi girîngiya têkoşîna Onder a hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo Rojhilata Navîn kir.
Yuksel bi bîr xist ku PKK’ê di demekî nêz de kongreya xwe ya 12’emîn lidarxistiye û soz da ku ew ê weke gelê Kurd bibin bersiva biryarên kongreyê.
Hevserokê CDK-Ge Osman Tekîn got ku ew demekî bi Sirri Sureyya Onder re xebatê meşandine û bîranînên xwe yên bi Onder re parve kir.
Di bîranînê de herî dawî sînevîzyona li ser bîranîna Onder hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin”, "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.