KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Êlihê li dijî derbeyê meşiya, banga tevlîbûna mîtînga 17’ê Mijdarê kir
Xelkê Êlihê li dijî derbeya qeyûm berxwedana xwe didomîne. Di çalakiyê de ji bo Mîtînga Demokrasî û Azadiyê ya 17’ê Mijdarê bang hate kirin. -
Seyîd Riza li Dersimê hate bîranîn
Seyîd Riza û hevalên wî li Dersimê hatin bîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên li Dersimê û got, "Divê em xwedî li kevneşopiya berxwedanê derkevin." -
Li Bazîdê hin herêm hatin qedexekirin
Li herêma navbera gundên Zoravaya Agirî û Jorînekê ya navçeya Bazîdê, ketin û derketin ji bo 15 rojan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qedexekirin. -
Berxwedana li Xelfetiyê bênavber dewam dike
Li Xelfetiyê nobeda berxwedanê ya li dijî qeyûm di roja 12'emîn de ye. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê li dijî leşkerên Tirk çalakî kirin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin. -
'Zarokên me canê xwe di ber Şengalê de dan, em ne poşman in'
Malbatên cangoriyên Şengalê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê diyar kirin ku zarokên wan xwe ji bo Şengalê feda kirin û ew ji vê yekê ne poşman in. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya hewayî parve kir
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke hewayî parve kir ku li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Qada Berxwedanê ya Sergelê hate kirin. -
Li Geverê operasyona dagirkeriyê hate destpêkirin
Li qada Geliyê Diriyan a Geverê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona dagirkeriyê kir. -
'PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve'
Gerîlayên YJA Starê Roza Serhed û Rahşan Baran salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve. -
Li Midyadê desteserkirina vînê hat protestokirin
Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan di meşa Midyadê ya li dijî destserkirina vînê de axivî û got: “Eger hûn dixwazin aşitî were, qasidê aşitiyê li Îmraliyê ye. Tecrîda li ser aşitiyê rakin.” -
Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
Di êrîşa qirkirina siyasî ya li navçeya Hezexê de 2 kes hatin binçavkirin. -
Gel li Xelfetiyê li dijî derbeya qeyûman meşiya
Gelê Xelfetiyê meşa xwe ya li dijî desteserkirina şaredariyê domand. -
Baroyên herêmê serdana berxwedana Mêrdînê kirin
Serokên baroyên herêmê û endamên lijneya rêveber serdana berxwedana Mêrdînê ya li dijî desteserkirina şaredariyan kirin. -
Berxwedana li Êlihê dewam dike: Ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang hate kirin
Li Êlihê berxwedana li dijî darbeya qeyûm dewam dike. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, "Eger çareseriyê dixwazin bila tecrîdê rakin" û ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê ya li Êlihê banga tevlîbûnê kir. -
Li Êlihê civîn: Divê tevahiya gelê me beşdarî mitînga 17’ê Mijdarê bibe
Di civîna li Êlihê ya li dijî derbeya qayûm de hat gotin, “11 roj in biryara qeyûm nehatiye teblîx kirin” û banga tevlîbûna mitîngê hat kirin. -
Berxwedana li Xelfetiyê dewam dike
Li Xelfetiyê berxwedana li dijî darbeya qeyûm di roja 11'an de ye. -
Baroyan nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm dan: Rewa nîne
Serokên baroyan li Êlihê nerazîbûn nîşanî darbeya qeyûm dan û gotin, "Rewatiya xwe ya hiqûqî û civakî nîne." -
HPG'ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên şehîd bûne got, "Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber li her qada ku lê mane, bûne navê jiyan û şerê fedaî." -
KCK: Em bejna xwe bi rêzdarî li ber nirx û bîranînên Seyît Riza ditewînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî yên hatin darvekirin bi bîr anî. -
Li Germiyanê cotkarek bamiyeyan diçîne
Aso Hisên niştecihê gundê Îsayî ye û li gundê xwe mijûlî karê çandiniyê ye. Tevî ku hikûmet alîkariya wî nake, îsal jî bamiye çandine. Aso Hisên dibêje, “Bamiyeya girover gelek dimîne, kêmtir nexweşî lê dikeve. Yek ji baştirîn cureyên bamiyeyan e.” -
Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi wesîleya salvegera 9’emîn a rizgarkirina Şengalê bi daxuyaniyekê dest bi kampaniya îmzeyan kir û ev kampaniya wê heya Çarşema Serê Nîsanê Dewam bike. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi çalakiyekî 9’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir. -
Dewleta Tirk di parêzvaniya PDK’ê de li Guherze rê çêdike
Dewleta Tirk a dagirker bi armanca sewqiyata dagirkeriyê li nêzî gundê Guherzê yê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina rêyeke nû kir. PDK’ê jî rola parêzvaniyê girtiye ser xwe. -
Li Xelfetiyê desteserkirin hat protestokirin, ji bo mitînga Êlihê bang hat kirin
Li Xelfetiyê di meşa li dijî darbeya qeyûmê de ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê ya Êlihê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Berxwedana li Êlihê dewam dike: Navnîşana çareseriyê Rêber Apo ye
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Êlihê di çalakiya şermezarkirina desteserkirina şaredariyan de axivî û ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir. Bayindir got, çareserî bi Rêber Apo dikare pêk were.