HPG: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, kamerayeke mobesse jî hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

8'ê Mijdarê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Mijdarê saet di 06:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

10'ê Mijdarê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

8'ê Mijdarê saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Xakurkê;

10'ê Mijdarê saet di 08:35'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

9'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

27'ê Cotmehê li Herêma Heftanînê qada Perexê 8 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

8, 9, 10 û 11'ê Mijdarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Xinêreya Jor, Qele, Sinînê, Şehîd Şerîf 6 caran, li Herêma Garê qadên Şikeftiya, Sêdarê, Deşta Kafya, Girê Zengilê, Bêbadê, Sîser, Mêranê 16 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Cûdî 4 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9 û 10'ê Mijdarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."