KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'PKK'ê bi têkoşîna xwe ya 46 salan êrîşên dijmin hemû têk bir'
Şervanên Ereb Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn diyar kirin ku PKK 46 sal in bê navber têdikoşe, êrîşên dijmin hemû têk bir û gotin, PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re. -
Li Amedê mêr li dijî tundiya li ser jinê daketin kolanan
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê li Amedê mêran daxuyanî dan çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî tundiya li ser jinê dan. -
Jin li dijî qeyûm meşiyan: Berxwedan wê bidome
Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dersimê li dijî xespa li ser şaredariyan, meşek hate lidarxistin. Jinan diyar kirin ku ew ê qeyûm qebûl nekin û wê berxwedanê bidomînin. -
Erzirom û Şirnex: Qeyûm derbe ye, dizîtî ye
Li Erzirom û Şirnexê desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê hate şermezarkirin. Bang li gel hate kirin ku li dijî derbeya qeyûm berxwedanê mezin bikin. -
HPG: Droneyek hate xistin, radarek hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zap û Xakurkê droneyek hate xistin, sîstemeke radarê hate îmhakirin. -
CÎK: Tundiya li dijî jinê li pîvanên Îslamê nayê
CÎK'ê têkildarî 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku tundiya li jinê li pîvanên Îslamê û nirxên mirovahiyê nayê. -
YCWK’ê: Em her derê bikin çeperên berxwedanê
YCWK’ê got, “Dersim ruh, bîr û dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê ye û dergeha wê ye” û li dijî desteserkirina îradeyê bang kir ku her derê bikin çeperên berxwedanê. -
NPG'ê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir: Em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin
Fermandariya Biryargeha NPG'ê têkildarî sala 47'an a damezrandina PKK'ê got, "Weke fedaiyên ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê me ye, em ê bi performanseke bilind û tempoya serketinê wezîfeyên xwe yên dîrokî pêk bînin." -
Kalkan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta pêkhatinê de ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew dixwazin sala 47'an a PKK'ê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Ev yek heta niha têkoşînek bû, lê niha di asta pêkhatinê de ye." -
Fermandara YJŞ’ê: Divê hêzên parastina Êzidî bên mezinkirin
Ji Fermandarên YJŞ’ê Axîn Întîkam diyar kir ku divê hêzên parastina civaka Êzidî bên xurtkirin û got, “Hêza ku li dora fikrên Rêber Apo xwe rêxistin dike, li hemberî dijmin têk naçe.” -
HPG’ê Serdar Batman bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Heta nefesa xwe ya dawî bê teredut meşa xwe domand û bû milîtanekî Apoyî yê ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandî.” -
Li Dersimê bendên polîsan bi berxwedanê hatin rûxandin
Berxwedana gel a li dijî desteserkirina şaredariya Dersimê her ku diçe mezin dibe. Bendên bi sedan polîs ji Enqereyê anîbûn, hatin rûxandin. -
Şaredariyên Dersim û Pulurê hatin desteserkirin
Rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman şaredariyên Pulur û Dersimê desteser kir. -
Dewleta Tırk li Guhêrzeyê rêyeke din a dagirkeriyê çêdike
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Guhêrze yê navçeya Duhok a Amêdiyeyê rêyeke din a dagirkeriyê çêdike. -
Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî xespê li Êlihê ye
Endamên Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li dijî tayînkirina qeyûm hate Êlihê, banga mezinkirina piştevaniyê kir û peyama serketinê da. -
Parêzgarê Kerkûkê: Pêvajoya serjimêriyê bi serkeftî qediya, me dîrok tomar kir
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha: Rêjeya beşdariya hemwelatiyan di serjimêriyê de 100% bû, hemû pêkhateyên Kerkûkê ji bo serkeftina pêvajoya serjimêriyê hevkarî kirin. -
Nobeda li Dersimê di roja 2'yemîn de ye
Li Dersimê, nobeda ku piştî birîna cezayê girtîgehê yê li Hevşaredar Cevdet Konak destpê kir, di roja 2'yemîn de li avahiya şaredariyê dewam dike. -
Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye
Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û gotin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye. -
HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
HPG’ê 4 şehîdên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku bîranîna wan bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad bidin jiyîn.” -
'PKK îro ji bo mirovahiyê bûye hêviya azadiyê'
PKK ji partiyeke Kurdistanî veguheriye partiyeke navneteweyî û ji bo tevahiya mirovahiyê bûye qibleya hêviya azadiyê. Gerîlayên azadiyê jî di oxira vê armancê de 46 sal in bênavber têdikoşin. -
Qedexeya hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re hat protestokirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, qedexeya hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re bi meşekê hat protestokirin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Yildizgorer hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Yildizgorer (Sara Xebat) a di sala 2022’an de li Bedlîsê şehîd bûbû, li Cizîrê hat veşartin. -
Însiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî desteserkirina vînê hat Mêrdînê
Însiyatîfa ji bo Azadiyê Huner bi armanca şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga berfirehkirina hevgirtin û têkoşînê hat kirin. -
Li Dersimê çalakiya şermezarkirinê: Em xwedî li şaredariyên xwe derkevin
Li Dersimê, cezayê ku li Hevşaredar Cevdet Konak hate birîn, hate şermezarkirin û banga xwedîderketina li şaredariyê hate kirin. -
Nobeda berxwedanê ya li Xelfetiyê di roja 18'an de ye
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, nobeda berxwedanê ku li dijî dagirkirina şaredariyan hate destpêkirin 18 roj in dewam dike.