KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kampanya hate destpêkirin: Pere ji girtiyan re hate şandin
Amed TUAY-DER'ê bi dirûşma 'Şandina pereyan ji girtiyan re sûc nîne" dest bi kampanyayê kir û pere ji girtiyan re şand. -
Kolberek bi giranî birîndar bû
Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de lingê kolberekî jê bû. -
Mehmet Karayilan: Ez bang li gelê me dikim ku xwedî li şaredariyê derkevin
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ê ku erka wî hat desteserkirin û li cihê wî qeyûm hat tayînkirin, diyar kir ku li pişt tayînkirina qeyûm ji bo Xelfetiyê planên stratejîk hene û bang li gel kir ku xwedî li şaredariya xwe derkevin. -
Hevşaredarê Dersimê Konak: Kar û barên şaredariyê kirin hinceta tewanbariyê
Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konakê ku cezayê girtîgehê lê hate birîn, diyar kir ku kar û barên şaredariyê kirine hinceta tewanbariyê, lê ew ê paşde gav neavêjin. -
Li Xelfetiyê xespkar nahêlin DEM Partiyî bikevin şaredariyê
Endamên Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, xwestin bikevin avahiya şaredariyê lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. -
Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Êşkence li zarokên Kurd tê kirin
Di daxuyaniyên têkildarî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de hate ragihandin ku di çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyan de êşkence li dehan zarokan hate kirin. -
Fermandara YJA Starê Medya Egîd hate bîranîn
Fermandara YJA Starê Medya Egîd li Şengalê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. -
TUAY-DER'ê ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi kampanyayê dike
Bi armanca piştgiriya bi girtiyan re bi pêşengiya TUAY-DER'ê kampanya şandina pereyan ji bo girtiyan tê destpêkirin. -
Cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dersimê hate birîn
Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak hate birîn. -
9 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Colemêrgê
9 sal cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ku qeyûm li şûna wî hatî tayînkirin. -
Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî xespa îradeyê di roja 17’an de ye
Nobeta berxwedanê ya li Xelfetiyê li dijî xespa îradeyê destpê kirî, di roja 17’an de dewam dike. -
HPG: 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de yên li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 drone hatin xistin, 2 mobesse û 3 teqemenî hatin îmhakirin. -
Roja Zarokan a Cîhanê li Kobanê hate pîrozkirin
Roja Zarokan a Cîhanê li Kobanê bi şahiyeke ji bo zarokan hate pîrozkirin. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got, “Em car din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêyê xwe Ezîz û di şexsê wî de em li ber bîranîna hemû şehîdên xwe, bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.” -
Êdî dema azadiyê ye!
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît çalakiyên li Koln û Elîhê silav kir û got: “Em di dema azadiyê de ne. Divê em nekevin nava helwesteke ji vê paşvetir." -
978 roj in agahî ji Pijman Muradî nayê girtin
Hat ragihandin ku 978 roj in agahî ji Pijman Muradî yê ji aliyê hêzên Îranê ve hatî revandin, nayê girtin. -
Şaredariya hate desteserkirin veguheriye avahiya emniyetê!
Qeyûmê talanker afîşa bi nivîsa 'Yek dewlet, yek al, yek milet, yek welat' li deriyê Şaredariya Êlihê daliqand û li her qatê avahiyê polîs bi cih kir. Her wiha hevjînên polîs û leşkeran tevlî kar kir. -
Gelek kesan serdana şîna gerîlayên HPG’ê Bayar û Bozkûrt kirin
Li navçeya Silopya ya Şirnexê ji bo sersaxiya gerîlayên HPG’ê Serdar Bayar û Mehmet Bozkûrt seredanên girseyî pêk hatin. -
Li Kurdistanê rapora mafên zarokan: Mirin, binçavkirin, girtin, êşkence...
Di rapora Şaxê Amedê ya ÎHD'ê de ya li ser binpêkirina mafên zarokan a salane, hate ragihandin ku 36 caran mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin. -
Wêneyên depoya cebilxaneya çekan malbata Guran derketin holê
Wêneyên 400 heb cebilxaneya çekên AK-47 keleşnîkofan ku di lêpirsîna Narîn Guran de îdîayên têkildarî depoya çekan a malbata Guran piştrast dikin, derketin holê. -
Şandeyek ji Şengalê serdana RJAK'ê kir
Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê li bajarê Silêmaniyê serdana RJAK’ê kir. Di hevdînê de işaret bi girîngiya xebat û têkoşîna hevbeş hate kirin. -
YJA Starê fermandar Medya Egîd bi rêzdarî bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Em hevrêya dilsoz a Rêber Apo, jina leheng a xelkê me yê Mêrdînê, milîtana PKK-PAJK'ê ya pêşeng û endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Medya Egîd-Beraat Afşîn bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. -
Cenazeyê şehîd Brûsk Reşît piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Brûsk Reşît ê li Çiyayê Gabarê şehîd bûbû, piştî 4 salan radestî malbatê hate kirin. -
Jinên Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşekî girseyî lidarxistin
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, meşek girseyî lidarxistin û gotin, “Em ê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ li her qadê veguherînin qada serhildanê. -
Gelek kesan serdana şîna gerîlayê HPG’ê Eser kirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Muhammed Eser li Farqînê şîn hate danîn. Gelek kes serdana şînê dikin.