Li Geverê dagirkerek bi giranî birîndar bû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, şeva 11'ê Mijdarê di çalakiyeke li taxa Zagrosê de dagirkerek bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, şeva 11'ê Mijdarê di çalakiyeke li taxa Zagrosê de dagirkerek bi giranî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ji aliyê Milîsên Jinên Agir û Rojê (MJAR) ve hatin weşandin, li Geverê di şeva 11'ê Mijdarê de ciwanan li taxên Esentepe, Yenîmahalle û Cûmhûriyetê rê girtin û agir dadan. Di çalakiyê de ku ji ber êrîşa polîsên dagirker şer qewimî, ciwanan bi fîşekên hewayî û keviran li ber xwe dan.
Hate ragihandin ku piştî şerê li vê derê polîsên dagirker êrîş birin ser taxa Zagrosê û li vê derê jî şer qewimî. Li gorî daxuyaniyê di şer de dagirkerek bi giranî birîndar bû û piştî vî şerî dagirker neçar man xwe vekişînin.