Tevgera leşkerî ya li Çiyayê Bagokê dewam dike
Êrîşên dagirkeriyê yên li bejahiya Nisêbinê ku beriya çend rojan destpê kir dewam dike. Leşkeran êşkence li şivanekî ku sewalên xwe diçêrand kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên li bejahiya Nisêbinê ku beriya çend rojan destpê kir dewam dike. Leşkeran êşkence li şivanekî ku sewalên xwe diçêrand kirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên çend roj berê li bejahiya çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat destpêkirin, dewam dike. Hate ragihandin ku li herêmê tevgera leşkerî ya bejahî û hewayî heye.
Leşkeran êşkence li şivanê bi navê Ş.U ku di saetên siharê de sewalên xwe diçêrand kirin. Ş.U ku leşkeran heqaretê lê kir, piştre hate berdan.
Hate ragihandin ku li taxên Xirbemişka, Xirbêxelo û Marînê tevgera helîkopterê ya zêde heye û tevgera leşkerî li qada ku goristana gerîlayên HPG’ê lê hat dîtin dewam dike.