BI DÎMEN

Onder li navenda Parîsê hat bibîranîn

Sirri Sureyya Onder li Navenda Çanda Kurd a Ahmet a Parîsê hat bibîrnaîn û soz dan ku ew ê şoreşa Onder bigihînin gel.

Ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê ku di 16'ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û di 3’yê Gulanê de wefat kir, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî, nûnerên rêxistinên şoreşger ên Tirk û dostên Kurdan beşdarî bîranînê bûn. Axaftina destpêkê li ser navê Meclisa Gel a Demokratîk a Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya hat kirin. Nûner di şexsê Sirri Sureyya Onder ê ku dengê Rêber Apo gihand gel û hevrêyê Rêber Apo, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtayan de şehîdên meha Gualnê Gulanê bi bîr anî û wiha got: “Sirri Sureyya Onder bi tempoya mezin û biryardariyeke mezin ji bo aştiyê, ji bo azadiya gelan, ji bo jiyana azad a gelan têkoşiya. Mixabin, ew ji hêla fîzîkî ve ji nav me çû, lê ked, hewldan û xeyalên wî hîn jî zindî ne. Berpirsiyariya mezin a ku wî girtiye ser xwe niha li ser milên me hemûyan e. Wekî kesên ku baweriya xwe bi têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê tînin, divê em vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û têkoşînê mezin bikin.”

Nûnerê ACTIT’ê jî xemgîniya xwe ji ber wefata Onder anî ziman û got, "Tiştê herî zêde ku em dikarin ji Sirri Sureyya fêr bibin ev e; şoreşê bigînin gel.”

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Geneviéve Gerigos a ku beşdarî bîranînê bû, ev tişt parve kir: "Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna Sirri Sureyya Onder ditewînim. Ew dostekî mezin ê gelê Kurd bû û kesekî rewşenbîr bû. Ew Tirkmen bû, ne Kurd; wî digot ‘Heta Kurd azad bibin ez ê Kurd im' û di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de cih girt. Ez nîv-Spanî, nîv-Îtalî me û ez jî dibêjim heta ku Kurd azad bibin ez Kurd im.”

Xanê Akdogan li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Fransayê axivî û anî ziman ku ew wek jinên Kurd wê têkoşîna azadiyê bi biryardarî bidomînin. Akdogan sersaxî ji Rêber Apo, malbat û hezkiriyên Onder re xwest û got, "Sırri Sureyya Onder mîsyonek girîng girtibû ser xwe û em ê têkoşîna wî bi biryardarî bidomînin. Em ê bîranîna wî biparêzin.”

Herî dawî Pîr Riza axivî û got: "Sirri Sureyya Onder ber bi rastiyê ve meşiya. Ew qesîdê demokrasî û aştiyê bû. Ew ji bo me hemûyan mînak bû. Em Elewî civatek in ku aştiyê diparêzin. Me komkujî û qirkirin qebûl nekiriye û em ê qebûl nekin. Birêz Onder ji bo aştiyê xebitî û têkoşiya. Wî hevrêtiya Birêz Abdullah Ocalan kir. Niha ev erk a me hemûyan e. Ji bo ev pêvajo serketî bibe em ê her tiştî bikin."

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Sirri Sureyya Onder hatibû amadekirin hat pêşandan.